Salih Muslim berevaniyê li binpêkirinên PKKê dike û mafnasekî kurd jî daxwazê lê dike serdana serbazgehan bike
Rêveberê diyar ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê Salih Muslim bangeşeya wê yekê dike ku erkê Ciwanên qaşo Şoreşger ên bi serpereştiya endam û kadroyên PKKê pêkhatiye, zarokên temen 10 heta 15 salî li Rojavayê Kurdistanê naçar bikin û wan veguhêzin dewreyên îdeolojîk.
Salih Muslim di tomareke dengî ya di torên civakî de belav bûye de ragehand: ‘’Ew zarokên ku temenê wan di navbera 10 bo 15 salî de ne, dema li gel malbatên xwe rastî nakokî û pirsgirêkan tên, wan ciwanan werdigrin û wan dibin bo dewreyên perwerdeyên îdeolojîk û fikrî.’’
Herwaha bahane ji bo wî karî girtin û got: ‘’Di cîha ku ew zarok madeyên hişber bikarbînin û rêyên xelet bidin pêş xwe, em wan ciwanan werdigrin û dibin bo dewreyên îdeolojîk û fikrî’’ û derbarê naverokên wan dewreyan de ti tiştek negot.
Wekî ku aşkera dibe belavbûna madeyên hişber li navçeyên bin desthilata PYDê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye. Û dibêje: ‘’Piştî encamdana wê dewreyê, ew zarok vedigerin bo nav malbatên xwe û red dike ku Ciwanên Şoreşger (qaşo) zarokên ku temenê wan biçûk birevînin û radestî Yekîneyên Parastina Gel û YPJê bikin.
Vê derbarê de rêveberê tora çavdêriyê li Sûriyê Ferhad Oso ji BasNewsê re ragehand: ‘’Daxuyaniyên Salih Muslim amajene ji bo du egeran; ya yekem dibe ku peywendiyên wî bi rastiyan re qut bibe û agahiyên wî ji rewşa navçeyê nebe. Yan jî ew ji bertekên Ciwanên Şoreşger ditirse, ku grubekî xwedî desthilata kiryarî ne li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê.’’
Herwaha got; eger Salih Muslim cîdî be di daxuyaniya xwe de û helwêstê wî waha be, ez daxwazê lê dikim ku serdana kampên wek Sebah El Xeyr bike, ku zêdetir ji 400 zarokan li xwe digre û temenê wan di navbera 12 bo 15 sal de ne. Herwaha kampa Cebel Ebdulezîz heye ku sedan zarokn din li xwe digre, derveyî kampan Rumêlan û kampên din hene, wê demê dê bi çavê xwe bibîne gelo ew dewreyên fikrîne yan dewreyên leşkerî ne.’’
Basnews
