• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdistan û Amerîka behsa yekxistina hêzên pêşmerge dikin

Gulan Media October 9, 2024 Nûçe
Kurdistan û Amerîka behsa yekxistina hêzên pêşmerge dikin

Duhê bişev li Serokatiya herêmê civînek hatiye lidarxistin.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya herêma Kurdistanê duhê şandeke Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî bi Serokatiya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan Jeneral Kevin Leahy li gel rayedarên Serokatiya herêmê, hikûmeta herêmê û wezareta pêşmerge civiyaye.

Di civînê de giftûgo derbarê pêngavên heyî yên bo rêkxistina hêzên pêşmerge hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, lazime prosesa reformên nava hêzên pêşmerge were bileztirkirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser kêşe û arîşeyên berdem prosesa han û nehêştina wan kêşeyan hatiye kirin.

 

 

Top