• Wednesday, 11 February 2026
logo

Enîs Neqaş: Pirsa Kurd tenê bi konfederalîzma rojhilatî çareser dibe

Gulan Media December 13, 2019 Nûçe
Enîs Neqaş: Pirsa Kurd tenê bi konfederalîzma rojhilatî çareser dibe
Bîrmendê libnanî Enîs Neqaş di hevpeyvîna, di wê baweriyê de ye ku bi “dagîrkirina” Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve, jêrxana dewletê ji nav çû û lewma jî zemîn ji bo kêşeyên olî, mezhebî û etnîkî li Rojhilata Navîn hate dûzkirinê.

Enîs Neqaş qala projeya Îranê bo têkbirina projeya amerîkî-tirkî li Sûriyeyê dike û dibêje projeyeke serketî bû. Herwiha qala pirtûka xwe ya bi navê “Konfederaliya Rojhilatî” dike û li gor wî kêşeya Kurd di hundirê wê pergala konfederalî de çareser dibe ku wî pêşniyaz kiriye.

Neqaş dibêje Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di dîroka deverê de kûr bûye û haya wî ji guherînên navdewletî jî heye û pirsgirêka partiyên kurdî ew e ku hizira Ocalan wek ramana çareseriya doza Kurd dibînin.

Bîrmendê şîe yê libnanî Enîs Neqaş derbarê rewşa Rojhilata Navîn de hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê pêk anî.

Rojhilata Navîn di nav kaosê de dijî. Hûn vê çawa dinirxînin? Gelo ev amaje ye bo jidayikbûna rêkeftinên siyasî yên nû?

Enîs Neqaş: Sedemên vê hêwirzeya (alozî) ku dever tê de wer bûye, şikandin û têkbirina binyatên bilind ên dewletê ye (Upper Structure.) Ew jî ji ber dagîrkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve ku ne tenê rejîmek hilweşand wek ku hinek kes lêdifikirin, lê belê dewletek bi hemû pêkhateyên wê şikand û têk bir û gelê wê li ser çend pêkhateyan tertûbelav kir. Ev pêkhate bi dirêjahiya dîrokê li vir bûn, lê xilmaş bûn û enerjiyeke wan a lawaz hebû, dagîrkerî û konevaniya hinek partiyan pifî rûhê wan kir û asta nakokiyên van pêkhateyan bo asteke wicûdî bilind kir. Sedemeke din, biryareke îdareya Amerîka ye, bi hevahengî ligel Qeter û Tirkiyeyê derbarê jinûve dabeşkirina hinek pêgehên desthilat û biryarê li çend welatan, ji bo ku rêxistinên Îxwan bikarin desthilatê li van welatan werbigirin. Hukmê wan îxwanên ku bi rêya sindoqên dengdanê tên, wek AKPêya Tirkiyeyê, wate partiyeke îslamî ku Îsraîlê nas bike, endama NATOyê be û ewlekariya dewleta îbrî û berjewendiyên Amerîka li deverê biparêze. Ji bilî van mereman, ev îslama “nerm” hevkar be di rûbirûbûna îslama “radîkal” a cîhadî. Ev sedema teqîna rewşa Lîbya û Yemenê û şerê berdewam ê Sûriyeyê û hewlên têkdana Cezaîr û Misrê ye. Şikestina hêzên Amerîka di kontrolkirina temamî ya Iraqê de ji ber berxwedanê, şikestina Îxwanan di zeftkirina desthilatê de li gor plana tirkî-qeterî, bû sedema bikaranîna şîdet û terorê. Ev bê encam ma. Lê piştî şer û kuştaran, hemû jêrxanên civakî, aborî, ewlehî û şaristanî li deverê hiltekiyan û vê jî hemû nakokiyên dîrokî, mezhebî, olî û etnîkî teqandin. Di dema nemana aramiyê de, belavbûna tirs û xofê ji dema niha û paşerojê, piraniya caran pêkhate ji gelekî pirol û mezheb ku eşîrgerî tê de serdest e, ber bi kombûna li dora komên xwe diçin, ji bo berevaniya xwe bikin û cihê xwe di qewareya konevanî ya bê de dabîn bikin. Mixabin ev kar bi aştî û gotûbêjan nayê kirin, lê belê bi rêya sepandina terazûya hêzê tê kirin.

Rola Amerîka li deverê di paşveçûnê de ye. Sedema vê yekê çi ye?

Gava Amerîka hate deverê bawer dikir ku dikare bi rêya dagîrkirin û sepandina îradê deverê jinûve birêk bixe. Lê ji ber berxwedanê nikarîbû vîna xwe ferz bike. Lewra berê xwe da teqandina nakokiyan. Di lêkolînên general David Petraeus de, amaje bi vê stratejiyê hatiye kirin ku di nehiştina bizavên berxwedanê de pispor e. Di şerê Iraqê de û nemaze di şerê Afganistanê de, sînordariya şiyanên Amerîkayê derket. Ji dema ku Amerîka mijûlî wî şerî bû û di aliyê leşkerî de şikest xwaribû, qeraseyeke aborî ya xurt ber bi pêş ve diçû da bibe rikebera Amerîkayê di hemû aliyan de. Ew hêza aborî û darayî ya Çînê bû ku bû astengiyeke rasteqîn bo pêgeha Amerîka wek lîstikvana yekem a aborî di cîhanê de. Projeya Rêya Hevrîşimê, yek rê û yek kember e, berdewamiyeke jeopolîtîk a navdewletî ye li berjewendiya berfirehbûna hegemoniya Çînê bêyî şer. Di heman demê de dibe sedem lawaziya Amerîkayê. Vêga hêza hilberîna çînî di cîhanê de, daye pêşiya hilberîna amerîkî. Krîza Sûriyeyê û derketina Rûsyayê wek lîstikvaneke sereke li wir, Rûsya kir cemsereke sereke li hindava Amerîkayê. Lewma pircemserî dertê holê û dawî li tekcemserî û qerasetiya Amerîkayê tê.

Gelo sedem îdarî ne, girêdayî îdareya Donald Trump in, yan sedem stratejî ne ku girêdayî pergala sermayedarî ya Amerîka û ajendayên wê di siberojê de ne?

Donald Trump û konevaniyên wî, ne konevaniya şexsî ya wî kesî ye. Lê belê gihiştina wî bi Koşka Spî, rengvedana mîzaca amerîkî ye ku êdî hildikişe û bi rexê Tea Party (Partiya Çayê) ve diçe. Ev wate ew partiya ku pê çêtir e Amerîka vegere navxwe û hewla parastina xwe ji hundir ve bide. Ev jî ne bi rêya desttêwerdana di cîhanê de û avakirina pergala cîhanî, lê belê bi rêya xurtkirina aboriya Amerîka ji hundir ve û xurtkirina pergala leşkerî di aliyê berevaniyê de. Bi vî awayî ew qeyrana sermayedarî ya amerîkî nîşan dide ku xwest bi rêya cîhangîriyê desttêwerdanê di hemû kar û barên cîhanê de bike ji bo jinûve dariştina wê bi têgih û çarçoveyên nû ku bawer dikirin dikarin berjewendiyên Amerîkayê di saya wan de biparêzin. Bi nerîna min, vê di qonaxekê de xizmeta Amerîkayê kir, lê paşê bû barek li ser milê wê. Lewra konevaniya girmolebûnê hate meşandin ku bi dirûşma “Amerîka berî her tiştî ye” hate nasîn. Ev qeyrana sermayedarî û ewlekarî ye, çimkî wê biryar dabû bibe polîsê cîhanê, hemû enerjiya xwe di cengê de xerc kir û bê encam bû.

Îran û Tirkiyeyê du mezintirîn û bi hegemontirîn welatên Rojhilata Navîn in. Nakokiyên dîrokî di navbera herdu welatan de hene. Çawa pêkan e herdu di yek konfederaliyê de bêne komkirin?

Derbarê Tirkiye û Îranê, hevrikiya Sefewî û Osmanî, hevrikiya navbera du nijadan bû ku hukmê du dewletan dikirin û li ser rola împeratorî di hevrikiyê de bûn. Tevî ku herdu nijad ser bi yek eslê turkistanî ne, lê biryara Sefewiyan a pêrewkirina mezheba şîî, ceng bi rexekî ve bir ku wiha derkeve cenga navbera du mezheban e. Paşê rêkeftina aştiyê di navbera wan de hate morkirin ku wek rêkeftina Qesra Şîrîn tê naskirin an rêkeftina Zehaw bi tirkî. Di wê rêkeftinê de sînorê navbera wan hate diyarkirin û piştre ti şerek di navbera wan de derneket. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê, Tirkiyê bû endama NATOyê. Di wê çaxê de şahê Îranê jî hevkariya NATOyê dikir. Ligel şoreşa îslamî û hilweşandina Yekîtiya Sovyetê, rola berê ya Tirkiyeyê nema ku mîna dîwarekî li dijî bloka komunist rawestiyabû. Lê belê bû bikereke hevkar ji bo konevaniya NATOyê di cîhana îslamî de. Davutoglû hest kiribû ku Amerîka ber bi lawaziyê ve diçe û dixwaze rolekê li deverê bide Tirkiyeyê, lewma dest bi terhkirina rola Tirkiyeyê di kûraniya stratejî de kir. Wate jinûve bidestxistina rola Osmanî, ew jî ne bi rêya leşkerî, lê belê bi rêya hevpeymaniya ligel wan rejîmên ku hêzên ser bi Tirkiyeyê li wan hakim in, wate Birayên Misilman. Lê ev proje têk çû. Ûşt jî Îran bû ku bi Sûriyeyê re bû hevpeyman û amadebûna leşkerî ya Amerîkayê li deverê têk birin. Herwiha Rûsya jî ku pişta Esed girt li hember vê projeya tirkî-amerîkî ku bi pereyên welatên kendavê dihate piştevanîkirin. Îran bi vî karê xwe bû dijbera konevaniya Tirkiyeyê. Lê serkirdatiya Îranê ev bi jîrîtî cîbicî kir û stratejiyek nexşand ku hêla wê ya giştî dibêje: Divê Tirkiyeyê bê liberxistin ku ew nikare bi rêya hevkariya xwe bi projeya amerîkî re hefsar bixe destê xwe, lê dikare bi rêya hevkariya bi welatên deverê re xwedî hizûr be û berjewendiyên xwe biparêze. Heta niha ev konevanî serketî bû. Me projeya amerîkî-tirkî şikand, bêyî ku em rasterast bi Tirkiyeyê re tûşî pevçûnê bibin. Hevkarî û hevahengiya Tirkiye û Îranê jî di gelek warên din de her berdewam bû. Naveroka vê stratejiyê ev e: Çêkirina bandorê li ser reftara aliyê neyêr bi rêya kêşkirina wî bo xwe lê ne bi dehfdana wî yan pevçûna bi wî re. Ez yek ji teorîvanên vê konevaniyê bûm û bi nerîna min em heta asteke zêde serketî bûn di xweparastina ji pevçûna Tirkiye û Îranê û dehfdana Tirkiyeyê da ku here Astanayê bo hevkariya sêalî.



Heta niha welatên erebî, Îran û dewletên îslamî Îsraîl nas nekirine. Lê Îsraîl bûye rastiyek li Rojhilata Navîn. Di vê rewşê de çawa Îsraîl û Cihû li Rojhilata Navîn ligel konfederalîzmê diguncin?

Siyonîzm realîteyeke bi darê zorê û hêza çekan û piştevaniya Amerîka bi taybetî û rojava bi giştî hatiye sepandin. Hêza defaktoya leşkerî ji sala 2000an û bi şûn de û piştî rizgarkirina başûrê Libnanê dest bi hilweşînê kir. Êdî Îsraîl nikare vîna xwe li ser deverê bisepîne. Wek min got ji ber binkeftina wê li Iraq û Efxanistanê, herwisa li Sûriyeyê jî rola eskerî ya amerîkî biçûk dibe. Guherîn di terazûya hêzê de çêbûye. Şîrovekarên îsraîlî vêga qala wê yekê dikin ku gef li ser Îsraîlê heye. Mihwera berxwedanê îro xwe ji bo şerekî yekalîker amade dike ku dê nexşeya konevanî ya deverê biguhere. Lewra di nav konfederaliyê de cihê siyonîzmê tune. Lê dê Filistîn bibe beşek jê.

Tu di pirtûka xwe ya “Konfederaliya Rojhilatî” de, pergala konfederalî ji bo çareseriya pirsgirêkên deverê pêşniyazî dikî. Gelo pêgeha olê di vê pergalê de çi dibe? Îslam li vê deverê ola piraniyê ye. Gelo îslam bi hizira konfederalîzmê re ne nakok e? Nemaze ku ol xwe dispêre têgihên ummet û şerîetê?

Belgenameya (Medîne) ku pêxember bi komên nemisilman re îmze kir, şêweyeke ji tifaqê di navbera tayifên cuda li ser pergaleke diyarkirî. Di serdema xîlafeta îslamî de, ji emewiyan ta ebasî û osmaniyan, konevaniyê li beramberî pêkhateyên din arasteyên cuda cuda wergirt. Hinek caran pir tund bû. Hinek caran jî bi soz û hevkar û vekirî bû. Piraniya caran konevaniya tund di navbera misilmanan û ekolên feqetiyê bi xwe de bû. Ev hemû ders in û divê bên nirxandin bo famkirina rola olê û tevgera oldaran bi awayekî qenctir piştî van hemû tecrûbeyan. Bêguman her welatekî nav vê konfederaliyê taybetmendiya xwe heye. Lê aliyê hevpar ê hemûyan pirol û pirmezhebî ye bi rêjeyên cuda cuda. Herwisa meseleya neteweyî û piretnîkî. Pêwîst e lêkolînên civaknasî û vekolînên konevanî û derûnzanî bên kirin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Ez bawer nakim oldar bikarin vê çareser bikin. Ew ûştên nexweşî û bêçareyiyê ne. Lewra divê em xwe nespêrin metinê, lê zanînê.

Li vê deverê hertim gelên Ereb, Fars û Tirk desthilatdar bûn. Mafê gelên din çawa dibe di vê pergala konfederalî de ku we pêşniyaz kiriye? Pêgeha kurdan û gelên zulmlêkirî yên din çawa dibe?

Ev pirs girîmane dike ku her divê nijadek an çend nijad vê deverê bi rêve bibin. Lewra pirs wiha ferez dike ku divê dever di navbera Ereb, Kurd, Tirk û farisan de bê parvekirin. Konfederalîzma ku ez pêşniyaz dikim, projeyeke ji hevrikiya konevanî pêk tê, ne hevrikiya nasnameyan. Dibe ku ez ê Ereb bi kesekî Tirk an Kurd an Fars re li ser rêbaza hukm û konevaniyê kok bim, lê bi birayekî xwe yê Ereb re nakok bim. Dibe ku suniyek bi şîeyekî re li ser rêbaza hukm û konevaniyê kok be, lê bi birayê xwe yê şîe yan sunî re nakok be. Kê dikare bêje konevaniyeke aborî ya sunî yan şiî heye? Yan kê dibêje konevaniyeke tendirustî ya kurdî yan tirkî heye? Gava însan bi çavê nasnameya xwe ya mîratî hizir dike, dikeve xefika hizirkirina eşîretî. Lewra êdî nijadperestî rolê peyda dike. Nijadperestî pêkhateyan ber bi hevrikiya nasnameyan ve dibe, ne ber bi hevrikiya konevanî ve. Ev jî keysbaz û dizan han dide da ku li milê xelkê siwar bin û wan li dora tayife û mezheb û neteweyê kom bikin.

Gelo gelên “konfederaliya rojhilatî” taybetmendî û sînorê wan ê cografî heye? Heke heye divê Kurd çi bikin, çimkî ji taybetmendiya xwe ya cografî hatiye bêparkirin? Qet nebe derfet heye navê (Kurdistan) bi kar bîne ji bo nûnertîkirina nasnameya xwe yan axa ku li ser dijî?

Dabeşkirina cografyayê li ser hîmên etnîkî yan mezhebî û olî ne dawî, lê destpêka şer e. Vê devera me bi dirêjahiya dîrokê ev yek ceriband, lewra hertim di nav şer de bû. Ewropayê jî ev ceriband. Berhema wê du cengên mezin bû. Lewma paşê ber bi pergaleke ewropayî ya hevgirtî ve çû. Ta niha jî sînor li ser hîmên niştimanî li Ewropayê mane, lê bûye sembolîk û însan hest pê nake dema ji welatekî diçe welatekî din. Ev devera konfederaliya rojhilatî bi hezaran sal di nav pergaleke împeratorî de jiyaye. Hoz û qewmên cuda cuda di vê erdnîgariya konevanî de her hebûn. Gelo çare dubare dabeşkirina deverê ye li ser hîmê nasnamê yan yekkirina wê li ser hîmekî konevanî yê hecer e? Kurd di vê rewşê de dibin welatî di nav konfederaliyê de ku ne tirkî dibe û ne erebî û ne farsî, lê belê rojhilateke hecer a hişyar ku havil ji ezmûnên dîrokê û karesatên şer dîtiye. Navê Kurdistan li Îranê heye bêyî ku ji dewleta hevgirtî veqete. Pêkan e ev nav li temamiya herêmekê bê kirin û di vî alî de kêşe tune. Kêşe wê çaxê dest pê dike ku em doza çêkirina nexşeyên hecer û cudakirina neteweyî bikin. Ev hewldan bêyî şer derbas nabin. Em doza yekkirina tiştê dabeşkirî dikin, ne dabeşkirina tiştê dabeşkirî. Ev jî ne bi şer, lê bi jihevfamkirinê.

Tirkiye astenga sereke ye li pêşiya kurdan. Li gor te, wê konfederalîzma rojhilatî bêyî çareserkirina kêşeya Kurd li Tirkiyê û welatên din pêk were?

Çareseriya kêşeya Kurd di konfederaliyê de ye. Kurd li Îranê bin an Tirkiyeyê yan Iraq û Sûriyeyê, wek her îranî, Tirk û erebekî di vê konfederaliyê de dibe welatî. Bi wekhevî û konevaniya dadmend rêz li mafên wî tê girtin. Çima Tirk ji vê çareseriyê nerazî dibin di demekê de ku hebûna wan parastî dibe û diçin nav pergaleke mezintir? Serdema dewleta li ser hîmê nijadî yan olî avakirî, êdî tûşî astengiyeke mezin dibe. Her kesê vê astengiyê înkar bike nezan e û haya wî ji pêşketina teknîk û zanîn û karwanê mirovatiyê tune.

Tu di gotûbêjeka xwe de dibêjî ku pergala konfederalî ji bo kurdan çê ye. Tu dikarî vê ji me re wazih û zelaltir bikî?

Kurd di pergala konfederalî de ji hevrikiya etnîkî derdikevin. Niha Kurd li Tirkiyeyê rûbirûyî Tirkiyeyê bûne. Li Iraq û Sûriyeyê jî rûbirûyî ereban bûne. Li Îranê Kurd wek her Ereb û Turkman û farsekî ye, çimkî Îran ji 6 etnîkan pêk tê û yasa cudahiyê naxe nav wan de. Ew der wek konfederaliyeke etnîkan e di împeratoriyeke farsî ya hûrik de. Konfederalîzma rojhilatî kêşeya Kurd çare dike. Çimkî li ser bingeha ti yekê ji wan nasnameyan nayê damezrandin, lê belê nasnameyeke rojhilatî dibe ku wan hemû nasnameyan berhev dike. Ev gewherê gelên demokratîk û wê teoriyê ye ku serok Ocalan doza wê dike.

Nerînên te pir nêzîkî nerînên Abdullah Ocalan in. Te pirtûkên wî xwendine gelo?

Erê min xwendine. Ocalan hizirvanekî mezin e. Hizirvanên ku bi azadî û zanistî lêkolînan li ser gelên deverê dikin kêm in. Nexasim ên ku qala dîrok, kêşe û gefên ku rûbirûyî wan dibin, dikin. Bawer e hizirvan Anton Seade xwedî heman xislet bû. Şîrovekar û bîrmendên din, bêtir bi wî awayî hizir dikin ku rojava dixwaze û ramanan ji derve tînin. Bawer in jî ku hizirê berhem tînin. Ocalan ne ji wan e. Di dîroka deverê de kûr bûye û haya wî ji guherînên navdewletî jî heye. Pirsgirêka partiyên kurdî ew e ku hizira Ocalan wek ramana çareseriya doza Kurd dibînin. Hizira Ocalan bi kêrî lêkolînê tê. Ne tenê li devera me, lê belê li gelek deverên din ên cîhanê jî ku li wan ol, mezheb û etnîk tev li cografya û dîrokê bûn.

Enîs Neqaş kî ye?

Hizirvanekî libnanî ye, sala 1951ê li Bêrûtê ji dayik bû. Pêşî li dibistanên olî xwend û paşê çû peymangeha hunerê. Li Zanîngeha Reimsê li Fransayê civaknasî xwend. Sala 1968an bû endamê Bereya Fethê. Hevahengkarê navbera Îranê û rêxistinên filistînî bû. Yek ji damezrînerên artêşa Pasdaran e. Piştî hewldana terorkirina Serokwezîrê Berê yê Îranê Şapûr Bextiyar li Fransayê, Enîs Neqaş ji bo dema 10 salan hat girtin û sala 1990î hat azadkirin. Niha hevahengkarê tora Eman a Lêkolînên Stratejî ye.

Rudaw
Top