• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Em dengdêrên Kurdistanê han didin ku pêşîneya her aliyekî nas bikin

Gulan Media October 8, 2024 Nûçe
Amerîka: Em dengdêrên Kurdistanê han didin ku pêşîneya her aliyekî nas bikin

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê dibêje: “Em dengderan li Herêma Kurdistana Iraqê han didin ku di vê heyamê de pêşîneyên her aliyekî nas bikin.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bettner derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, peyameke vîdyoyî li ser rûpela fermî ya konsulxaneya Amerîkayê ya li ser Facebookê belav kir.

Bettner got: “Werzê bangeşeya hilbijartinan qonaxeke giring e di proseya hilbijartinan de, em dengderên Herêma Kurdistana Iraqê han didin ku bi pêşîneyên her aliyekî nas bikin, daku bikarin baştirîn biryar ji bo xwe û malbatên xwe bidin.”

 

K24

Top