• Thursday, 14 May 2026
logo

Deriyê Sêmalka di destê Rêveberiya Xweser de dimîne

Gulan Media December 13, 2019 Nûçe
Deriyê Sêmalka di destê Rêveberiya Xweser de dimîne
Deriyê sînorî yê Pêşabûrê yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo xelkê gelek girîng e û bê vî derî jiyana xelkê gelekî zehmet dibe.

Çûn û hatina xelkê bi wê derî re tê kirin, kelûpel di wî derî re derbas dibin, derman, nexweş, serdana xelkê, xelkê ku ji derve tên, di wî derî re derbasî welat dibin.

Piştî êrîşa Tirkiyê û belavbûna hêzên sûrî, tirsek li cem xelkê çê bû, lê birêveberiya deriyê Sêmalka, ku li hêla din jêre dibêjin Sêmalka ji Rûdawê re ragihand, ku derî weke xwe dimîne û radestî hikûmeta Sûriyê nayê kirin û bi tu awayî jî danûstandinê li ser nakin.

Pira Pêşabûr Sêmalka jî li ser fermana Serok Barzanî hatiye çêkirin. Niha nêzîkî 400 kes di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, di ser pira Pêşabûr Sêmalka re çûn û hatinê dikin.

Li vir pêşwazî li sax û miriyan tê kirin, xatir ji dost û hevalan jî tê xwestin.

Çemê Dîclê û deriyê Sêmalka yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Teqsîma Hesen ku di 40 saliya xwe de ye, termê xwîşka xwe ya ku li Almaniyayê koça dawî kir, anî Başûrê Kurdistanê û bi riya deriyê Sêmalka derbasî Rojava dike daku li cihê jidayik bûye bi axê bê sipartin.

Welatiya bi navê Teqsîma Hesen dibêje, “Em ji Almanyayê hatin Stenbolê li wir bi riya kompaniyeke Kurdî me anî Amedê, bi rêya heman kompaniyê me anîn deriyê sînorî li Zaxo, xewna wan ew bû rojava bi saxî bibînin lê me ew bi mirîtî vegerandin.”

Jiber êrîşa Tirkiyê Desteya Koç û Koçberiyê ya Rojavayê Kurdistanê bi biryarekê, serdana xelkê ji Rojava bo Başûrê Kurdistanê rawestand, lewma ji sedî 50 tevgera derî kêm bûye ku niha rê li ber hilgirên îqame û nexwş û birîndar û terman, vekiriye, ti pilana Rêveberiya Xweser jî derbarê radestkirina wê bi hikûmeta Sûriyê tune ye.

Rêveberê Peywendiyên Deriyê Sêmalka Baz Ehmed dibêje, “Ji bo deriyê Sêmalka tu gotûbêj bi hikumetê re nehatiye kirin û nayê kirin, çûn û hatin wek berê ye, rojane ji 130 heya 140 derbas dibin, ji wî alî jî derbas dibin, halatên îqamate, bûkan, nexweşan.”

Sêmalka take riya girêdana derve ji milê mirovî û abûrî ye ku li gor amarên rêveberiya sînor rojê derdora 200 barhilgirên bazirganiyê hatin û çûn dikin û 140 kes ji her aliyekî derbas dibin .

Deriyê Pêşabûr-Sêmalka, ji aliyê xelkê me ve deriyekî naskirî ye. Pira ku di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de hatiye avakirin jî, li ser fermana serok Barzanî hatiye çêkirin.

Bi riya wê derî, rojane alîkarî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Her wiha hemû çûn û hatin, di navbera her du beşên Kurdistanê de li ser riya wê pirê çêdibe.

Niha behsa wê yekê tê kirin ku deriyê Sêmalka ku niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye, hikûmeta Sûriyê bixe bin deriyê kontrola xwe.

Lê berpirsên Rêveberiya Xweser jî vê yekê red dikin û dibêjin, tiştê ku heya niha li gel hikûmeta Şamê hatiye kirin, lihevkirina leşkerî bûye û ti metirsî li ser deriyê Sêmalka tune ye.

Niha nêzîkî 400 kes di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, di ser pira Pêşabûr Sêmalka re çûn û hatinê dikin.

Rudaw
Top