Li Girê Spî û Serê Kaniyê 104 kes hatine revandin
Serdozgeriya Komarî ya Rihayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji roja destpêkirina operasyona li ser deverên di 9ê Cotmeha bûrî ve, li Girê Spî û Serê Kaniyê, 104 kes hatine desteser kirin.
Serdozgeriyê da xuyakirin, di encama lêkolînan de, ji kesên hatine binçavkirin, biryara zîndanîkirina 99 kesan hatiye dayîn û lêpirsîna pênc kesan jî, berdewam dike.
Serdozgeriya Komarî got, kesên hatine girtin, bi têkdana yekîtiya dewletê û endamtiya rêxistina terorê tên tometbar kirin.
K24
