Mesrûr Barzanî: Berdewam dibin li ser xizmet kirina Êzidiyan
Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kiriye.
Bi minasebeta hatina cejna Cemayê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Cejna Cemayê li tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê, Mîr, Babe Şêx û civata Rûhanî pîroz dikim û hêvî dikim bi xêr û xweşiyê cejnê derbas bikin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê herdem piştîvanê mafên reva yên Êzidiyan dibe û xizmet kirina wan û tevahiya çîn û pêkhateyên Kurdistanê bi erkê xwe yê herî sereke dizane.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be û hêvî dikim her tim şad bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
