• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbayî li Êzidiyan dike

Gulan Media October 6, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbayî li Êzidiyan dike

Îro cejna Cema ya Êzidiyane.

Serok Barzanî bi minasebeta cejna Cemayê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Cemayê pîrozbayî li tevahiya xuşik û birayên Êzidî, Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx û civata Rûhanî ya Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê de dikim.

Birînên xuşik û birayên Êzidî birînên tevahiya Kurdistanê ne û di xem û xweşiyan de hevbeşin, lazime tevahiya asteng û sedemên li berdem normal bûna jiyana Êzidiyan bi taybetî li devera Şingalê nemînin.

Her bi vê minasebeta han tekez li ser bihêz kirina çanda bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê dikim û hêvî dikim xuşik û birayên me yên Êzidî cejn û boneyên xwe bi aramî û xweşiyê derbas bikin.

Mesûd Barzanî

6ê Cotmeha 2024an

 

 

 

Top