• Wednesday, 11 February 2026
logo

Qehweçî: Emê bo qanûna reforman bi firaksiyonan re hemahengiyê bikin

Gulan Media December 10, 2019 Nûçe
Qehweçî: Emê bo qanûna reforman bi firaksiyonan re hemahengiyê bikin
Sekretera parlementoya Kurdistanê ragihand, bo pesendkirina pirojeqanûna reforman dê hemahengiyê bi serokên firaksiyonan re bikin.

Sekretera parlementoya Kurdistanê, Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, her gava hikûmeta Kurdistanê pirojeqanûna reforman şand parlementoyê emê demildest dest bi rêkarên pesendkirina wê bikin.

Muna Qehweçî her wiha got, emê bi serokên firaksiyonan re bicivin û bi wan re hemahengiya pêwîst bikin, ji bo ku pesendkirina wê qanûnê gîro nebe.

Hikûmeta Kurdistanê ragihandiye, di demek nêzîk de dê pirojeqanûna reforman bişînin parlementoyê.

Basnews
Top