Dadgeha Amerîkayê dozên li dijî berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir
Dadwerê Federalî yê Amerîkayê li Waşintonê ew dozên li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên wî û 63 kesatiyên din hatibûn tomarkirin red kirin.
Dadwerê Federalî yê Amerîkayê li Waşintonê Randolph Moss îro 03.10.2024 ew dozên li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kesûkarên wî û 63 kesatiyên din hatibûn tomarkirin, ji ber bêbingehî û nerastiya wan daxwazan, bi temamî red kirin.
Vekirina doz û giliyê ku ji aliyê kesekî ve tên serperiştîkirin ku li Almanyayê ji aliyê dadgehê ve cezayê tawankariyê li ser hatiye sepandin.
Dadwer Moss di rûniştina dadgehê de haydarî da ku, eger kesên doz û giliyê dikin li ser çêkirina tometên bêbingeh berdewam bin, hingê dê bi tudtirîn awa bên sizadan.
Her di wê rûniştinê de, tîma qanûnî ya nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê tekez li ser wê yekê kir ku ev skala di serûberê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de şerekî siyasî ye û xirab bikaranîna dadgehê ji bo meremên siyasî ye.
Basnews
