• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlamentoya Iraqê bo sererast kirin û nûjen kirina yasayekî giring dicive

Gulan Media December 11, 2019 Nûçe
Parlamentoya Iraqê bo sererast kirin û nûjen kirina yasayekî giring dicive
Biryare îro 11.12.2019ê demjimêr 11:00ê Parlamentoya Iraqê bicive û parlamenterekî jî mijarên civînê aşkera kirin.

Endamê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Hesen Elî ji BasNewsê re ragehand, yek ji mijarên civîna îro, dengdana li ser projeyasaya helbijartinên Parlamentoya Iraqê ye.

Sererast kirin û nûjen kirina yasaya helbijartina Parlamentoya Iraqê yek ji daxwazên merciya bilind a Şîeyan û xwepêşanderên Iraqê ye.

Xwepêşandanên roja 02.10.2019ê ve li Bexda û piraniya bajarên Iraqê li dijî gendelî û nebûna xizmetê destpê kirin.

Ji ber xwepêşandanan heta naha 400 hemwelatî û karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 16 hezar kesan jî birîndar bûn, herwaha 700 kes kêmendam bûn û ew hejmar her diçe zêde dibe.

Basnews
Top