• Wednesday, 11 February 2026
logo

Endamên Konfirêsê bo her gefeke ser Herêma Kurdistanê daxwaza helwêsta tund dikin

Gulan Media December 11, 2019 Nûçe
Endamên Konfirêsê bo her gefeke ser Herêma Kurdistanê daxwaza helwêsta tund dikin
Di civîna taybetî ya kongirêsa Emerîkayê derbarê pirsa Îraqê û sîyaseta niha ya Emerîkayê di wî welatî de, cêgirê harîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê bo karûbarê Rojhelata Navîn, Cow Hod, hatibû gazîkirin bo bersivdana pirsyarên endamên kongirêsê û wî jî bi ruhnî û zelalî behsa wê yekê kir, tevî ku Emerîka li gel wê yekê ku berevanîyê li daxwazîyên xwenîşanderan li Îraqê dike û tekez li ser mafê hevwelatîyan dike daku jîyanelke aram û hikumeteke bihêzserbixwe ya bawerpêkirî heb, lê hevdem dixwaze destwerdan û pîlanên dij bi berjwendîya Waşitunê, serwerîya Îraqê û na aramî û na akincîyê di deverê de nehêle û ji nav bibe.

Herweha got: Bo evê armancê jî, wezaret û dezgehên peywendîdarên Emerîkayê hewil û şîyanên xwe bi başî amadekirîne pêngavên xwe yên dipêlomasî çir kirîne.

Ewa di wê civînê de hat têbînîkirin, piranîya endamên kongirêsê bi demokrat û komarîyan ve jî, li ser wê yekê kok bûn, ku Herêma Kurdistanê modîleke bihêze bo demokratîyê, bi hevre jîyanê, asayîş û avedanîyê. Kongirêsmanan daxwaz ji wezareta derve û berpirsên dosê ya Îraqê kirin, ku evê taybetmendîyê bi giringî ve raçav bikin û divê ew li beranber her gef û pîlanekê li dijî ezmûna serkevtîya wê Herêmê, helwêsta rasterast û tund hebe.

Di vî warî de, Cow Hud piştî civînê ragehand: Em Herêma Kurdistanê li deverê wek modîleke nimûne dibînîn , lew bi bawerîyeke mezin berdewam dibîn li piştîvanîkirina hikumeta Herêmê û xelkê Kurdistanê. Derbarê Îraqê bi giştî jî, em li gel deng û xwaztên gelê Îraqê ne, ku divê bi welatên wek Îranê re bêjin: Êdî bese û em tenê dixwazîn li gel hewe dost û hevsû bîn.

Hud di di berdewamîya axivtinê xwe de, bo Kurdistan24 got: Nabe fermandeya bala ya hêzên çedarên welatkî ji Qasim Silêmanî bipirse, Erê li ser kî berbijêrî razaî dibe daku bibe serok wezîr? Nekû tenê em, lê tevaya hevwelatîyên Îraqê û hemû civaka nêvdewletî evê yekê qebû nakin. Divê Îraq welatek serbixwebe û nebe qada pîlan û ecindayên ti alîyekî li ser hisaba serwerî û behayên mirovî.

K24
Top