• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi sedan koçberên Lubnanî gehşetin Iraqê û tên niştecîhkirin

Gulan Media October 3, 2024 Nûçe
Bi sedan koçberên Lubnanî gehşetin Iraqê û tên niştecîhkirin

Roja 02.10.2024ê Wezareta Koç û Koçberên Iraqê, bi rêya deriyê sînorê Qaîm ê parêzgeha Enbarê ve pêşwazî li 235 hemwelatiyên Lubnanî kir

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Bi piştgirêdana rênîşaniyên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî Wezareta Koç û Koçberan berdewame li pêşwazî kirina wan malbatên Lubnanî ku ji ber berdewambûna bombebaran û şerê li ser Lubnanê berê xwe dane Iraqê.’’

Herwaha hat ragehandin, ‘’Endamên Wezaretê bi rêya deriyê sînorê Qaîmê ve karwanê çarem ê koçberên Lubnanê wergirtiye ku hejmara wan 235 hemwelatî ne û hemû asankariyekî pêwîst ji bo wan hatiye kirin.’’

Piştî êrîşa êrîşa 7ê cotmeha 2023yê ya li ser Îsraîlê, aliyên şîe hişyarî dane ji ber metirsiya niştecîhkirina hejmarek zêde ji Fîlîstîniyan li navçeyên sunneyên Iraqê û bi wek senaryoyekî metirsîdar pênase dikirin.

Wê demê Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir hişyarî da ku fikrek heye ji bo veguhestina hejmarek ji xelkê Xezeyê bo Iraqê, bi taybetî ji bo parêzgeha Enbarê ku hemsînorê li gel qraliyeta Urdinê.

Ji aliyê din ve îro çavkaniyên hikûmetê li parêzgeha Nînowa aşkera kirin, demekî nêzîk de karwanekî din ê nû ji malbatên DAIŞê li kampa El Hewl a Sûriyê ve ji bo bajarê Mûsilê tên veguhestin.

 

Basnews

Top