Li ser fermana Serokê Hikûmetê tevahiya mamosteyên wanebêj yên li dibixtanên olî, hatin girêbest kirin
Wezareta Ewqafê ragihand ku hemû mamostayên wanebêj yên dibistanên olî bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine girêbestkirin.
Îro 3.010.2024, Wezareta Ewqafê ragehandinek belav kiriye û diyar kiriye ku îro rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê Mesrûr Barzanî biryar daye ku tevahiya mamosteyên wanebêj yên li dibistanên Olî de girêbest bike.
Berpirsê Ragehandina Wezareta Ewqafê Rojgar Çefer rgehand, ew mamosteyên ku demeke dirêje li dibistanên olî de waneyan dibêjin û di dema borî de xizmeteke zêde ji bo xwandina olî kirine, birêz Mesrûr Barzanî di çarçoveya kar û xebatên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û xizmetkirina hemû pêkhateyên Kurdistanê de, ji ber xizmet û keda wan, biryar da ku hemû mamostayên xwendingehên olî bi girêbest bên kirin.
Basnews
