Ji Teymûrê Enfalê bo Bafil û Qubad Talebanî: Ferxikêncehş bûn zimanê rast ê wê partiya ku me ji bo wê qurbanî dayî
Rizgarbûyekî enfalê ku heman demê de çalakvanekî dosyaya enfalê ye di nivîsekî de radigehîne ku ferxikêncehş, îro bûne zimanê rast ê wê partiya (YNK) ku min bixwe û hemû malbat û merivên xwe ve me xwe ji bo wê kir qurban û îro desthilatdarên YNKê di bin wê sîberê de rûniştine û devê xwe tejî dikin û daxwaza hewsengiya hêz û rastkirina rêveçûna hukimraniyê dikin.
Rizgarbûyê pêla enfalê ku wek Teymûr ê enfal tê naskirin di nivîsekî de dibêje: ‘’Di helwêstekî ecêb de, piştî ku min wêneyek belav kir li ser kar û çalakiyên xwe yên ji bo pirsa enfalê, li gel Lahur Cengî û hindekî me behsa li ser gorên komî kir, rasterast ji ofîsa Qubad Talebanî ve ji min re hat ragehandin ku ew otomobîla ku ji bo min hatiye bexş kirin divê ez wegerînim.’’
Herwaha got: ‘’Ez dipirsim bi enfal û girtîgeh û koçberiyê ve gelek salan Pêşmergetî û derbederî û birîna mûçeyê min ê taybet ji aliyê Serok Mam Celal ve û du salan jî şêwirmendiya cîgirê serokê hikûmetê bê wergirtina ti tiştekî, çawa li rûyê we tê ku hûn daxwaza otomobîlekî bikin? Eger hûn dikarin heq û hesabê li gel min bikin, ez we piştrast dikim hûn dê gelek deyndartir derkevin, kerem bikin ewe ez û ewe hûn, çi tiştekî we li gel min heye ezê bidim, lê çi tiştê min jî heye divê hûn jî hemûyê bidin. Hûn ji kesên dijûnan didin û karê tîktokê ji bo we dikin re 300 hezar dolar didin wan ji bo sivik kirina dosya enfalê û ji bo bangeşeya helbijartinê!
Herwaha got: ‘’Ez ji we re dibêjim ku zulmkirin gelek bibe dê deng bilind bibin û ewên aciz dê zêde bibin, me destê xwe ji bo miriyên we dirêj nekiriye, lê we dest dirêjî miriyên kiriye û hûn dîsa bazirganiyê pê dikin. Tişta hûn dikin dîktatorî ye, Hîtler jî ew nekiriye, ew pareyê ku di paxela we de ye, hemû yê xwîna dayîk, bav, xwîşk, kurmam, xalek û kurxaletên min e.’’
Basnews
