• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Encamên hilbijartinê her tişt eşkere dike

Gulan Media October 3, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Encamên hilbijartinê her tişt eşkere dike

Duhê li gel Xwendekaran civiya.

Duhê Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî di çarçoveya prosesa propagendeya hilbijartinê de li gel hijmareke zêde ji Xwendekar, ciwan û jinên endam di nava rêkxistinên PDK de civiya.

Di civînê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, bi sêya PDK hikûmeta herêma Kurdistanê kariye gavên gelek girîng di her warî de bavêje.

Mesrûr  Barzanî anî ziman ku, PDK xwedan bername û plane bo pêşxistina Kurdistanê di her warî de û lazime xelk jî bizanibe kîj partî xizmeta xelk û welat dike û encamên hibijartinan jî eşkere dike ku, gelê Kurdistanê li gel çi û kî deye û daxwaza çi dike.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji aliyên din kir daku, bi şêwaz û gotareke baş û serdemiyane propagende bikin û dev ji bikar anîna gotinên sivêk dijî hev û aliyên din berdin bila bi awayek propagende bikin ku, sibê fedî nekin û bikaribin li gel aliyên din bicivin.

Top