Xalid Şiwanî: Cîbicîkirina madeya 140 karê pêşîne yê Hikûmetê yê
Îro roja sêşemê 10-12-2019an derbarê projeya ku Herêma Kurdistanê pêşkêşî Bexdayê kiriye de, Xalid Şiwanî got: “Ew proje li ser du astan e, a yekem taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û çareserkirina pirsgirêkên îdarî, siyasî û ewlehî yên wan navçeyan e.”
Herwiha Şivanî derbarê asta duyem jî da got: “Asta duyem jî taybet e bi bicihkirina madeya 140 a destûra Iraqê, ku gelek hûrgilî tê de hene, ji bo vê pirsê jî li benda Hikûmeta Iraqê ne.”
Derbarê pirsa budceyê de jî, Xalid Şiwanî ew dengo jî red kir, ku behsa dikin, hikûmeta karbirêkar a Iraqê desthilata wê ya yasayî nîn e ku projeyasaya budceyê bişîne Parlemana Iraqê û got: Ji ber ku di yasaya îdarî û darayî de, rê bi hikûmeta karbirêker hatiye dayîn, wê gave bavêje.
Basnews
