• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Êrîşa Îranê bêbandor bûye

Gulan Media October 2, 2024 Nûçe
Amerîka: Êrîşa Îranê bêbandor bûye

Dibêje piraniya hajekan hatine xistin.

Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Amerîkayê Jake Sullivan di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa Îranê yabo ser Îsraîlê, ragihand ku, ev êrîşa han êrîşeke bêbandor bûye.

Jake Sullivan eşkere kiriye ku, piraniya hajekên balistîkî yên Îranê ji aliyê sîstema berevanî ya Îsraîlê ve hatine xistin û êrîş ti zirarek nedaye jêrxana leşkerî û abûrî ya Îsraîlê.

Sullivan herwiha gotiye niha Amerîka û Îsraîl bo bersifdana Îranê di şewirê dene û ev êrîşa han bê bersif namîne.

 

Top