• Wednesday, 11 February 2026
logo

Esed: Divê Tirkiye ji xaka Sûriye derkeve

Gulan Media December 10, 2019 Nûçe
Esed: Divê Tirkiye ji xaka Sûriye derkeve
Serokê Sûriye Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ligel qenal a telewizyonî ya Italî Rai News 24 de anî ziman, ku: “Serweriya Sûriye, yekparçeyiya xak a Sûriye, bi dagîrkeriya Tirkiye ya hin deverên Sûriye di metirsiyê de ye. Tirkiye divê derkeve!”

Esed destnîşankir, ku Tirkiye li Idlibê piştgiriya El Nusra dike, herweha li bakurê Sûriye xaka Sûriye dagîr kiriye. Ji aliyê siyasî ve, rewşa Sûriye tevlîhevtir dibe. Jiber ku welatên, ku destwerdanê dinav Sûriye de dikin zêde dibin. Krîz berferehtir dibe.

Liser pêwendiyên Rûsya ligel Tirkiye, Esed diyarkir, ku: Rûsya piştgiriya Tirkiye nake, ev rastiyek e.




Top