Piştî biryara Mesrûr Barzanî proseya girêbestkirina mamostayên wanebêj li parêzgeha Hewlêrê dest pê kir
Li gor fermaneke rêvebiriya encûmena wezîran, girêbestkirina mamosteyên wanebêj, li parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.
Bi girêbestkirina mamosteyên wanebêj, bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ewê li ser wezareta perwerdê bin.
Herwaha hatiye ragehandin, ku di 1ê Îlona 2024an de, mamosteyên wanebêj dê li ser bingeha girêbestê dest bi xebatê bikin.
Roja 25.08.2024ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya hejmarek ji nûnerên mamostayên Herêma Kurdistanê kir û biryar da ku 38 hezar mamostayên wanebêj bên girêbest kirin.
Basnews
