• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêkhate beşeke girîng ji gelê Kurdistanê ne

Gulan Media September 30, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêkhate beşeke    girîng ji gelê Kurdistanê ne

Li gel endamên hevpeymaniya Mesîhî civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel endamên hevpeymaniya Mesîhî civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro li gel part û aliyên endam di hevpeymaniya Mesîhî de civiyan.

Di civînê de me ev yek diyar kir ku, pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bi taybetî, Keldan, Aşûr, Sûriyan û Ermenî beşeke giringin ji gelê Kurdistanê û em hemû bi hevre xwedan vê nîştimanê ne.

Me ev yek dubare kir ku, cîhê serfiraziyê ye ku, PDK hertim cîhê baweriya tevahiya pêkhateyan bi taybetî pêkhateyên Mesîhî bûye û bi sêya PDK bingehîn bihevre jiyanê li Kurdistanê de bihêztir dibin û mafên pêkhateyan jî parastî dibin.

Hevpeymaniya Mesîhî jî spasiya xwe bo piştîvaniyên bêsînor yên cenabê Serok Barzanî û PDK ku, hertim piştîvanî û berevanîker û parêzerê mafê pêkhateyan bûye û li dijî tevahiya hewlên binpê kirina mafên pêkhateyan rawestaye, diyar kir.

 

Top