• Thursday, 12 February 2026
logo

Rûsye û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Gulan Media September 30, 2024 Nûçe
Rûsye û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Elbrus Kotrashev.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê de, pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.

Me herwiha behsa amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û tekez li ser girîngiya meşandina prosesa hilbijartinê di nava rewşeke aram û dûr ji binpê kirinan kir.

Pêdivî bûna çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî  yên herêma Kurdistanê mijareke din ya giftûgoya me bû.

Top