Erdogan: 1 miliyon kes bicîh dikin
Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê dest bi amadekarî kirin bo bicîh kirina 1 miliyon koçberên Sûrî di navbera Girê Spî û Serê Kanî de kiriye.
Erdogan eşkere kir ku em hêdî hêdî pilana xwe cîhbicîh dikin û bo bicîh kirina yek miliyon koçberan li deverê me dest bi amadekarî bo çê kirina xaniyan kiriye.
