New York Times: Li gor Bijîşkiyan nabe Tehran ji şerekî berfireh re bê rakêşandin
Rojnameya New York Times di raportekî de amaje bi dubendiya nav rêveberiya Îranê dike, ku derbarê çawaniya bersivdana kuştina Serokê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrula de heye.
Rojnameya New York Times a Amerîkayê di raportekî de ragehand: Di civîna bilez a rêberê bilind ê olî yê Îranê Elî Xamineyê ya derbarê kuştina Nesrula de dubendî li ser çawaniya bersivdanê derketiye.
New York Times bi zimanê rayedarên Îranê ragehand ku; ‘’Gruba parêzkar (muhafazekar) dibêjin Tehran pêwîstiya wê bi lêdana Îsraîlê heye, lê Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di wê hizrê de ye ku nabe Tehran ji şerekî berfireh re bê rakêşandin.
Herwaha bi zimanê berpirsên Îranê amaje bi tirsên Tehranê kir ku Îsraîl êrîşa bersivdana bihêz dijî jêrxana welat encam bide û dibêje Tehran nikare xwe li ber êrîşeke mezin a Îsraîlê ya li ser jêrxana jiyana xwe rabigre.
Herwaha bi New York Times bi zimanê çavkaniyekî Sipaha Pasdaran ve dibêje: ‘’Emê alîkariya Hizbulahê bikin bo kesekî di cîha Nesrula de daynin û ewlehiyeta me dubare bi bingehkirina toreke peywendiyên parastiye ji bo Hizbulahê.’’
Heman çavkaniyê got: ‘’Naha vê demê tişta serekî pêkanîna rêveberiyekî nû heye ji bo Hizbulahê.’’
Rudaw
