• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, ji devereke Rojavaya Kurdistanê vekişîyan

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, ji devereke Rojavaya Kurdistanê vekişîyan
Wezareta berevanîya Rûsiya ragehand, çekdarên opizisyonê, ku çekdarên Sûrî ne û ser bi Tirkiyê ne, ji rêya M4 di navebera Heseke û Helebê de vekişîyan.

Di ragehanidineke wezareta berevanîya Rûsiyê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, ku Tirkiye û Rûsiye piroseke hevpişik li ser rê ya M4 di navbera Heleb û Hesekeyê de encam dane û wê piroseyê ji Eyîn Îsa destpêkirîye heya digehe bajarokê Tel Temir.

Rageand jî: Serbazên Rûsiya û Tirkiye serperiştîya vekişandina çekdarên opizisyonê kirîne ji rêya M4 û hejmareka bingehan jî, destnîşan kirîne bo danana xalên çavdêrîya hevpişik di navebera Rûsiye û Tirkiye de.

Aşkera jî kirîye, wêstegeha elikitîka bajarokê Mebrûke di navebera Serê Kanîyê û Girê Sipî careke dî dest bi kar kirîye.

Top