• Wednesday, 11 February 2026
logo

Başak Demirtaş: Selahattin gelekî bihêrs û xemgîn bû

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Başak Demirtaş: Selahattin gelekî bihêrs û xemgîn bû
Mînîbûsa ku malbata Selahattin Demirtaş hilgirtibû, doh Înê dema diçû ber bi Girtîgeha Edîrneyê ve ‎qeza kiribû û 9 merivên Demirtaş birîndar bûbûn. Başak Demirtaş piştî ku li girtîgehê serdana hevjînê ‎xwe kir, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: “Doh me Selahattin dît. Ji ber van hemû tiştên diqewimin ‎gelekî bihêrs û xemgîn bû. Lê ligel hemû tiştekî jî slavên xwe yên tejî hêvî û bi moral şandin ji derve re.”‎

Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, malbata wî doh ‎dema diçûn serdana wî qeza kirin. Bûyer ku li nêzîkê Çorluyê çêbû, bavê wî Tahir (73), dayîka wî Sadiye ‎Demirtaş (67) xwişka wî Şadiye Buluttekin (37), Bûrayên wî Mehmet û Suleyman Akkaya, zavê wan ‎Fesih Turkmen ligel Rami Turkmen, Tahir Elçî Yalgi û Ozkan Yalgi birîndar bûbûn.‎

Başak Demirtaş a hevjîna Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Me ‎doh Selahattin dît. Ji ber van hemû tiştên diqewimin gelekî bihêrs û xemgîn bû. Lê dîsan jî slavên xwe ‎yên tejî ‎hêvî û bi moral şandin ji derve re.”‎

Başak Demirtaş di Twiteteke din jî wiha nivîsiye: "Derfetên bi hezaran malbatan nînîn ku serdana xizm û ‎kesên xwe yên di girtîgehan de bikin, ji ber bi kîlometreyan dûr in. Bi salan e dayîk û bavên bi temen ên ‎zarokên xwe nedîtine hene. Ji bo ev azara rê bidawî bibe, em li bendê de siyasetmedar û tevahiya raya ‎giştî hestyar bin."

Rudaw
Top