Çapemeniya Îsraîlê kuştina Hesen Nesrulah tekez dike û Hibulah jî red dike
Çapemeniyên Îsraîlê gumana kuştina serkreterê gişt3ı yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrulah, di êrîşa îro ya li ser Beyrûtê zêdetir dikin û kanal 12ya Îsraîlê radigehîne ku amajeyên kuştina Nesrulah erênîne.
Îro 27.09.2024, balafirên şer yên Îsraîlê êrîşeke mezin li ser başûrê Beyrûtê kir û bi hejmarek mûşek, şeş avahiyên mezin bombebaran kir. Piştî wê, artêşa Îsraîlê ragehand ku di jêrzemîneke avahiyekê de hejmarek rêvebirên payebilind yên Hizbulahê hatine armanc kirin û dinava wan de sekreterê giştî yê wê hizbê Hesen Nesrulah jî hebû ye.
Herçend çavkaniyên nêzîkî Hesen Nesrulah nûçeya çapemeniyên Îsraîlê bi nerast dinirxînin, lê medyayên Îsraîlê li ser zarê çavkaniyên xwe tekez dikin ku di dema wê êrîşê de Hesen Nesrulah li cihê wê êrîşê bû ye.
Çapemeniyên Îsraîlê beriya demekî di nûçeyeke lezgîn de ragehand ku artêşa Îsraîlê di wê baweriyê de ye ku di dema wî şerî de her kesê ku li wî cîhî bû ye, rizgarbûna wan bi direw dizane.
Heta niha jî bi awayekî fermî, artêşa Îsraîl û herwaha Hizbulaha Lubnanê jî çarenivîsa Hesen Nesrulah yek alî nekirine, herwaha Balyozxaneya Amerîkayê jî red kir ku pêşwext derbarê êrîşê de agahdar be û ragehand ku ew li ser encamê lêkolînê dikin.
Basnews
