Desteya Mafê Mirovan li ser revandin û heqaretkirin û îşkencedana Serdar Kerkûkî daxuyaniyek da
Îro 27.09.2024, Desteya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê derbarê lêdan û heqaretkirina bi hinermendê netewî Serdar Kerkûkî li Koyê ya ji aliyê grûpeke çekdar ve ragehand: “Roja 26ê Îlona 2024, hemwelatiyekî binavê Serdar Kerkûkî ku hunermendekî netewî ye û runiştvanê bajarê Koyê ye, di civîneke rojnamevanî de ragehand ku ji aliyê hindek çekdaran ve bi wesayîta leşkerî li mala xwe hatiye birin û piştre lê dane û heqaret lê hatiye kirin. Wek bi xwe amaje pê kiriye, nasnameya wê hêzê nehatiye naskirin û bêy ti sedemek û bêy fermana dadwer ew birîne.Ew Deste herwaha radigehîne: “Em li Desteya serbixwe ya Mafê Mirovan, wan nêzîkatiyên wê hêzê şermezar dikin, di heman demê de pêwîste di demeke herî nêzîk de saziya asayîşa Herêma Kurdistanê li Koyê û polîsê wî bajarî ronîkirinekî li ser wê bûyerê bidin û nasnameya wan kesên ku ew karê neyasayî û dûr ji rêkar û edeba giştî jî aşkera bikin, di demeke herî nêzîk de kesên ew kare kirine bidin ber dadgehê û Ji bo parastina mafên kesayetî û giştî divê Dozgerê Giştî yê Koyê rola xwe di warê gilîkirinê de bilîze.Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan herwaha ragehand: Ti hêzeke ewlekariyê bi ti behane û navekî nikare bikeve malên welatiyan Em dê wek Deste jî, ji nêzîk ve çavdêriya vê dozê bikin û li gel aliyên pêwendîdar li Koyê li ser xetê bin.
