• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Rojhilat û Îranê şewba înfluenzayê belav dibe: 81 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Li Rojhilat û Îranê şewba înfluenzayê belav dibe: 81 kesan canê xwe ji dest dan
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê aşkere kir ku li wî welatî ji meha îlonê ve 81 kesan bi sedema înfluenzayê canê xwe ji dest dane.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê, Elî Riza Reîsî, ji ajansa fermî ya Îranê, IRNAyê re ragihand ku 8 hezar û 333 kes bi înfluenzayê ketine û li nexweşxaneyan hatine tedawîkirin.

Elî Riza Reîsî diyar kiriye ku nîviya wan kesên ku çûyîne nexweşxaneyan, ji ber bêhntengbûnê, nêzikî 2 rojan li nexweşxaneya çareseriya pizîşkî wergirtine.

Li gor zanyariyên Reîsî, li gel her 25 kesên ku hefteya bihorî canê xwe ji dest dabûn, ji meha Îlonê heta niha li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sedema înfluenzayê 81 kesan canê xwe ji dest dane.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê hişyarî jî da welatiyan ku pabend bin bi pêşniyazên Wezareta Tenduristiyê û devera ku lê dijîn paqij bigirin.

Rudaw
Top