• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyan avêtine

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyan avêtine
Serokwezîre Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 100 rojiya karkirina kabineya 9emîn a Kurdistanê gotarek belav kir û têde behsa deskeftiyên kabineya Kurdistanê kir û têde got ku wan gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê avêtine.

Serokwezîre Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 07.12.2019) derbarê deskeftiyên 9emîn kabineya Kurdistanê de gotarek belav kir.

Di gotara xwe de Mesrûr Barzanî, behsa çaksazîyên karîger û darayî, rûberûbûn û sînordarkirina gendeliyê, geşepêdana weberhênan û pêşxistina jêrxana aborî, baştirkirina peywendî û çareserkirina kêşeyan ligel Hikûmeta Federal a Bexdayê kir.

Mesrûr Barzanî ragihand ku wan gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê avêtine û ew di wê baweriyê de ku karên hikûmetê ketine ser rêya rast û destkevtên mezin bi dest xistine.

Barzanî diyar kir ku ew li ser karên xwe yên ji bo pêşxistin û bihêzkirina Kurdistanê berewam in ew rijd in sozên dane gelê Herêma Kurdistanê pêk bînin û wiha pê de çû: “Heta niha me dahata xwe ya navxwe zêde kiriye. Em dê hewl bidin ku heta dawiya îsal dahata navxwe bo %50 zêde bikin. Herwiha em niha hewl didin baca li Herêma Kurdistanê serast bikin. Me rê li ber hinek kompaniyan girtiye ku pêştir ji dayîna bacê hatibûn bêparkirin. Xerciyên hikûmetê têne kontrolkirin.

Bernameya xerciyên hikûmetê zelal e. Bi taybetî dahatên ji çavkaniyên xwezayî bi awayekî hurgilî têne kontrolkirin. Niha derfet heye ku her welatiyek bizane dahata petrolê çi qas e, û çawa tê xerckirin.”

Derbarê gendeliyan de Barzanî da zanîn ku wan di nehîştina gendeliyê de gavên girîng avêtine û wiha pê de çû: “Di vî warî de ez bixwe gelek cidî me û çavên xwe ji ti kesî re nagirim. Me ji bo rêgirtina li ber gendeliyê gavên gelek cidî avêtine. .Niha em wan rêkarên yasayî digrin ber, beramber wan ên, ku ji bo pêkanîna kar, di demûdezgehên Hikumetê de bertîl werdigrin an bertîl didin. Hejmarek karmend û berpirsên hikumî ji ber bertîlê hatine girtin û proseya dadgehkirina wan berdewam e. Di ast a hemû Wezaret û damezrandinan, çendîn komîte bo pêdaçûn û lêkolîn liser gendeliyê hatine pêkanîn.”

Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Mesrûr Barzanî destnîşan kir, yek ji armancên wan ew e pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir û bihêztir bikin û got: “Armanca me ev e, rêkeftinek heralî û giştgîr ligel Hukimeta Iraqê bikin, ku di berjewendiya me hemûyan de be. Xweşhal im, ku pêşkeftinek baş di pêwendiyên me de heye û liser çend mijaran danûstandinên me berdewam in.”

Barzanî da zanîn li ser van mijaran danûstandinên wan ligel Bexdayê berdewam in: “ Yek dîtina formuleka dadperwerane bo pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de. Duyem li gorî Destûra Iraqê, deshilat û mafên Herêma Kurdistanê di warê petol û gazê de parastî bin. Sêyem pirsgirêka deverên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê li gorî Destûrê bê çareserkirin. Çarem jî Pêşmerge bibe beşek ji sîstema berevaniya Iraqê û mafên Destûrî yên Pêşmerge jî parastî be.”

Roja 10ê Tîrmeha 2019an Kabîneya Nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt û serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema wergirtina baweriyê de, li Parlamentoyê karnameyek bo kabîneyê ragihand.

Rudaw
Top