• Thursday, 12 February 2026
logo

Berdevkê Hikûmetê zanyarî derbarê civîna tîma hikûmetê û lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê aşkera kirin

Gulan Media September 27, 2024 Nûçe
Berdevkê Hikûmetê zanyarî derbarê civîna tîma hikûmetê û lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê aşkera kirin

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê civiya û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji wan re got: ‘’Eger niyeteke cîdî ji bo çareseriya pirsgirêkan hebe, em bi hev têgeheştinê dikarin çareseriya pirsgirêkan bibînin.’’

Îro 26.09.2024ê Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê Pêşewa Hewramanî derbarê civîna tîma Hikûmeta herêma Kurdistanê û lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê de ragehand. ‘’Ew rûniştin tenê ji bo mijara mûçe nebû, hin mijarên din hene ku axaftin li ser tên kirin, rûniştina naha rûniştineke teknîkî ye. ‘’

Herwaha got: ‘’Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji wezîran li gel lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê civiyan, Serokwezîr pêşwazî li wan kir û ji wan re ragehand, eger niyetekî baş û cîdî ya çareseriya pirsgirêkan hebe, em dikarin bi hev têgeheştinê çareseriya pirsgirêkan bibînin.’’

Herwaha behsa wê yekê jî kir ku civînê de li ser gelek mijaran rawekirin û ronîkirin hate dayîn ku tenê mijara mûçe nebû, mijara Tewtîn (sîstema bankî ya Iraqê) li ser rawekirin hate dayîn, herwaha behsa projeya Hejmara Min jî hate kirin ku geheştiye çi astê û bankayan çawa beşdarî pê kiriye.

Berdevkê Hikûmetê got: ‘’Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê kir ku nabe ti bankayek bi temamî kontrola hemû proseyê bike, her bankayek rêjeyekî ji bo wê hatiye diyar kirin.’’

Pêşewa Hewramanî diyar kir di civînê de li ser mijara petrolê jî hat axaftin û behsa xerca berhemanîna petrolê hate kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê wê yê destûrî heye û amadeye ji bo hemû asankarî û berçavroniyek û rûniştinekî.

 

Basnews

Top