• Thursday, 12 February 2026
logo

Arif Ruşdî: Serok Barzanî gotinên dilê hemû niştimanperwerên gelê Kurdistanê kir

Gulan Media September 27, 2024 Nûçe
Arif Ruşdî: Serok Barzanî gotinên dilê hemû niştimanperwerên gelê Kurdistanê kir

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ragehand, Serok Barzanî gotinên dilê hemû niştimanperwerên Kurdistanê kir û ragehand, divê piştî 20ê cotmeha 2024ê yek herêm û yek parlamento û yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe.

Duh 25.09.2024ê di dema gotara xwe ya ahenga destpêkirina bangeşeya lîsteya PDKê bo helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de, Serok Barzanî ragehand: ‘’Piştî 20ê cotmehê hemû cîhan dê çavê wê li Herêma Kurdistanê be, em hemû li bendê ne ku em bizanin gelo dê parlamentoya dema pêş çawa be? Hêvîdarim parlamentoya dema pêş parlamentoyek be xwedî heybet û pîroziyên parlamentoyê ji bo Parlamentoya Kurdistanê vegerîne û hest û berpirsyartiya dîrokî li hember gelê Kurdistanê rake, Parlamentoyek be ku bibe mertal ji bo herêmê, parlamentoyek be her çi plan û hewldanên têkdana herêmê yên bên dayîn bide aliyek, têkbide û wan planan ji holê rake û nehêle. Hêvîdarim û divê hewl bê dayîn, piştî 20ê cotmehê yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe û dawî bi hemû karên neyasayî bîne.’’

Vê derbarê de şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Serok Barzanî di ahenga destpê kirina bangeşeya helbijartinan de gotinên dil û derûna hemû niştimanperwerekî gelê kir ku got; divê piştî 20ê cotmehê yek herêm, yek parlamento, yek hikûmet û yek hêza Pêşmerge hebe.’’

Herwaha got, daxwazên rewa û yasayî û mantiqî ew e ku bê daxwaz kirin êdî nabe aliyekî siyasî dest li ser her cîhekî de bigre û rêgiriyê li wê yekê bike ku hikûmet erkê xwe cîhbicîh bike, yan nehêle çalakî û xizmetan pêşkeş bike.

Arif Ruşdî got: ‘’Divê dawî bi wan reftarên neyasayî bê anîn, gel û welatê me dixwaze pêşveçûna xwe berdewam bike û ber bi pêşketinê ve pêngav bavêje.’’

 

Basnews

Top