• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civînên Amerîka û Talibanê dîsa destpê kirin

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Civînên Amerîka û Talibanê dîsa destpê kirin
beriya sê mehan civîn hatibûn rawestandin
Civînên navbera Amerîka û çekdarên Talibanê yên bo giftûgo kirin li ser prosesa aştî û çareseriyê li Efxanistanê, piştî 3 meh careke din destpê kirin.

Li gor jêderên nûçeyan civînên navbera Amerîka û Talibanê vê carê li Qeterê destpê kirine.

Ev civînên han bi miyancîgeriya Qeterê li Doheyê dîsa destpê kirine.

Ji bilî rayedarên Amerîkî û çekdarên Talibanê, nûnerê hikûmeta Efxanistanê jî di civînan de beşdare.

Armanc wan ji wan civînan domandina diyaloga berê ya lid or çawetiya çareser kirina kêşeya Efxanistanê û destpê kirina prosesa aştî û diyalogê ya di navbera hikûmet û çekdarên Talibanê deye.

Top