• Wednesday, 11 February 2026
logo

Leşkerekî Siûdiyê li binkeyê Amerîka êrîşek pêkanî: 3 kes hatin kuştin

Gulan Media December 7, 2019 Nûçe
Leşkerekî Siûdiyê li binkeyê Amerîka êrîşek pêkanî: 3 kes hatin kuştin
Li Bingeha Derya ya Pensacola ya li Florîda ya Amerîka, di êrîşeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin.

Êrîş ji alîyê leşkerekî Saudî yê ku li bingehê perwerde dibû, li dar ket.

Leşkerê Saudî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hat kuştin.

Polîsên Pensacola didin zanîn ku di êrîşê de heşt kesên din jî birîndar bûne.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku Qralê Erebistana Saudî Selman bi wî re axifîye û sersaxî xwestiye.

Trump da zanîn ku Qral Selman gotiye ku ew êrîşvan bi ti awayî hîsên gelê Saudî yên bo gelê Amerîka temsîl nake.

Basnews
Top