• Thursday, 12 February 2026
logo

Parêzgeha Hewlêrê: Mesrûr Barzanî mizgîniya qezakirina Teqteqê li parêzgeha Hewlêrê ragihand

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Parêzgeha Hewlêrê: Mesrûr Barzanî mizgîniya qezakirina Teqteqê li parêzgeha Hewlêrê ragihand

îro li qeza Koyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zenga sala nû ya xwandinê a 2024-2025 lêda û di gotarekê de jî, mizgîniya bi qezakirina nahneya Teqteqê li sînorê parêzgeha Hewlêrê ragehand û ji bo wê mebestê jî parêzgeha Hewlêrê rêkarên bi qezabûna Teqteqê dest pê kir.

Îro 25.09.2024, parêzgariya Hewlêrê di rûpela xwe ya li tora civakî de ragehandiye ku li ser rasiparde û fermana Mesrûr Barzanî, ji bo zêde xizmetkirina hemwelatiyan û gehandina projeyên xizmetguzariyê, îro çarşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di gotara merasimekî de zenga sala nû ya xwandinê lê da û mizgîniya bi qezakirina nahyeya Teqteqê li sînorê parêzgeha Hewlêrê ragehand.”

Herwaha amaje bi wê dide ku her îro ew biryar kete ware cêbicîkirinê û di demeke nêz de, dê kar û barên rêveberî û yasayî dest pê bike ji bo temam kirina karûbaran.”

Top