• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel komîteya darayî ya parlementoya Îraqê civiya

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel komîteya darayî ya parlementoya Îraqê civiya

Behsa girîngiya cîhbicîh kirina zagonên federalî hatiye kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya endamên komîteya darayî ya Îraqê bi Serokatiya Etwan Etwanî kir.

Di civînê de şanda mêwan behsa kar û hewlên komîte û endamên nûner yên di nava Parlementoyê de yên derbarê bûdceyê de bo Serok Barzanî kir.

Her di vê civîna han de behsa girîngiya cîhbicîh kirina zagonên federalî bo çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî di çarçoveya destûrê de hate kirin.

Top