• Thursday, 12 February 2026
logo

Şaban: Tirkiye prensîba vekişîna ji axa me qebûl neke em bi wan re rûnanin

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Şaban: Tirkiye prensîba vekişîna ji axa me qebûl neke em bi wan re rûnanin

Şêwirmenda Medyayî ya Serokê Sûriyeyê Buseyna Şaban got, Beşar Esed dest bi rêya asayîkirina pêwendiyan bi Tirkiyeyê re nake, berî ku Tirkiye niyaza xwe ya qebûlkirina vekişîna ji Sûriyeyê nîşan nede.

Şêwermenda Serokê Sûriyeyê, Buseyna Şeban li Omanê di gotarekê de got: “Divê Tirkiyeyê perensîpa vekşanîna ji Sûriyeyê qebûl bike, lê me negotiye divê bilez vekişe. Eger Tirkiye vekişîna ji Sûriyeyê qebûl neke, em bi wan re li ser maseyê rûnanin.”

Şeban got jî: “Tirkiye îro beşeke ezîz û hêja û dewlemend ji axa me li bakurê rojavayê Sûriyeyê dagir kiriye û pêvajoyeke metirsîdar û xerab a proseya tirkkirinê dimeşîne.”

Herwiha got: “Dema Erdogan beriya hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê niyaza xwe ya nêzîkbûna bi Sûriyeyê re nîşan da, ew ji bo mebestên hilbijartinê bûn, lê tiştekî li ser vê yekê pêşkêş bikin, tune ye. Ew dixwazin xaka me dagîr û wêran bikin û êrîşî Kurdan bikin û em bi wan re bibin dost, ev jî ne nabe.”

Top