• Wednesday, 11 February 2026
logo

Êrîşek bo ser bingeha Emerîkayê li Dêrezorê hate kirin

Gulan Media December 6, 2019 Nûçe
Êrîşek bo ser bingeha Emerîkayê li Dêrezorê hate kirin
Ajansa SANA ya fermîya hikumeta Sûriyê belavkirîye, çekdarên ne nas êrîşî kirîne ser bingeha Emerîkayê li zevîya Emir li gundewarê Dêrezorê û li wê dirê şer derket di navbera wan çekdaran û hêzên ku li wî bingehî dimînin.

Li gor wê ajansê, ew êrîş hevdem bû li gel gehiştina karwaneke serbazê ya Emerîkayê bo wê bingehê.

Riwangeha Sûria ya Mafên Mirovî jî belavkiribû, ku duhî, Emerîkayê nêzîkî 25 barhelgrên serbazî derbazî navçeyên bin destên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kiribûn û ew karwan li zeviya Emir a petrolê li gundewarê Dêrezorê bicîh kiribû.

Rudaw
Top