Hêzeke Pêşmerge li gel çekên giran bo sînorê Germiyanê hat veguhastin
Şêx Ceifer Şêx Mistefa, ragihand ku ew li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk şopandina rewşa Pêşmerge û dabînkirina pêdawîstiyên wan, serdana sengerên Pêşmerge kirine.
Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje, “Serdana me bo mihwerên 1,2 û herwiha mîhwera Xurmatû, li ser biryara birêz cenabê Serokê Herêmê ku fermandarê giştî ye, pêk hat. Ji ber ku niha li van navçeyan DAIŞ di nav liv û tevgereke zêde de ye û bi berdewamî çalakiyên wê hene.”
Şêx Ceifer Şêx Mistefa amaje bi dawîn êrişên DAIŞê yên li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Guleco li devera Germiyanê kir û got ku ji bo ku ji nêzîk ve çavdêriya sengerên hêzên Pêşmerge bikin û pêdawîstiyên wan bibînin û bo ku her çi pêwîst be pêk bikin.
Rudaw
