Muna Qehweçî: Ew tometên YNKê bi me ve dikirin, naha bixwe bi kiryar cîhbicîh dike
Cîgira Seroka Partiya Çaksaziya Tirkmen amaje bi wê yekê dike ku ronî bûye YNK destwerdanê li karûbarên pêkhateyan de dike û dengên xwe dê bide kursiyên pêkhateyan, ji bo ku dengê rasteqîn ê pêkhateyan nemîne û ji bo lîstokekî siyasî ya berjewendiya xwe û dijî Herêma Kurdistanê bikarbîne.
Cîgira Seroka Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qahweçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêkhateya Tirkmen berdewam baweriya wê bi pêkvejiyanê ye û ti partiyekî siyasî ya Kurdistanî, ku tomet ji bo Tirkmena çêdikirin ku qaşo ji derveyî pêkhateya xwe ji tirkemanan re deng hatiye dayîn û nûnerên wan bûne nûnerên xelkê li Parlamentoya Kurdistanê ev gotin tenê ji bo polemîkane û ji bo bidestxistina dengan bûye.’’
Herwaha got: ‘’Wek Tirkmen me berdewam hevpeymanî li gel PDKê hebûye û ew hevpeymanî ji bo berjewendiya baskê pêkhateya me ye, ji bo serxistina wan destkeftên pêkhateya me ye, ku bi rêya yasayên kar pê tê kirin ve em bikarin biparêzin. PDKê jî di demên borî de ti demekî rê nedaye xwe ku pêkhateyan ji bo hizrên xwe yên siyasî bikarbîne, yan jî ji bo berjewendiyên teng ên partiya xwe bikarbîne û ew tiştên ku ji bo Tirkmenan tên gotin, ku xwedî îrade nîn in, nerast in.’’
Qehweçî diyar kir: ‘’Destwerdan ew e ku di helbijartinên encûmena bajêrvaniyên Kerkûkê de Xirîstiyanan berbijêrên xwe hebûn, lê YNK çê deng da berbijêrê Reyan Kildanî û wan bixwe jî bi vîdeo ew piştrast kirin, ku deng dane berbijêrê wan. Ev jî destwerdane li karûbarên pêkhateyan û dabeşkirina kursiyan bi heman lîstokî li Kerkûkê kirin û hatin dengên YNKÊ ve kesekî Xirîstiyan ê ser bi Reyan Kildanî derxistin û ji aliyê din ve jî tomet û nav kirêtkirinê ji bo me dadirêjînin. Qaşo PDKê deng dane me! Lê waya Hacî Mesîfî dibêje me li Kerkûkê endamê Reyan Kildanî derxist.’’
Muna Qehweçî got: ‘’YNKê berê tometa wê yekê ji bo pêkhateyan çêkir, qaşo bi dengê xelkê xwe nebûne parlamenter, lê naha YNKê bi hevbeşiya li gel Reyan Kildanî berbijêr ji bo kota ya Xirîstaiyan danîne û xwedê dizane çi senaryoyek ji bo kotaya Tirkmen a li Silêmaniyê heye, ku metirsî li ser Tirkmenan jî heye ku lîsteyekî ecêb û qedexekirî û dijî Kurdistanê ve, ji bo berjewendiya xwe ji nûnerê pêkhateya Tirkmen li Silêmaniyê daynin.’’
Basnews
