• Thursday, 12 February 2026
logo

NY stayîşa rola hêzên pêşmerge dike

Gulan Media September 23, 2024 Nûçe
NY stayîşa rola hêzên pêşmerge dike

Şandeke NY serdana wezareta pêşmerge kir.

Şandeke Netewên Yekgirtî ya bi Serokatiya berpirsê karûbarên ewlekariyê ya NY William Blanchard serdana wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û li gel wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.

Di destpêka civînê de giftûgo derbarê rol, kar û çalakiyên NY yên li Îraq, herêma Kurdistan û deverê de hate kirin û wezîrê pêşmerge rola NY bi roleke girîng wesif kir û anî ziman ku, bo sepandina demokrasiyê, aştî û ewlekariyê NY roleke girîng lîstiye û lazime NY li ser kar û çalakiyên xwe yên li deverê de berdewam be.

Ji aliyê xwe ve William Blanchard rola hêzên pêşmerge ya bo têk birina terorê û dabîn kirina aramî û ewlekariya li herêma Kurdistan, Îraq û deverê de bi roleke girîng û sereke bilêv kir.

Top