Bi saya teslûmbûna YNKê, li Kerkûkê ala Kurdistanê li dibistanên kurdî jî hat qedexe kirin
Rêveberiya giştî ya perwerdeya Kerkûkê nivîsek ji hemû dibistanên Kerkûkê re şandiye radibehîne ku rakirina ala Kurdistanê li ser dibistanan hatiye qedexe kirin, lê ji aliyê din ve parêzgarê bajar jî kurd e, qaşo wek parêzgar destbikar bûye, lê ji aliyê din ve herçend ew wek rêkeftin pênase bikin jî lê di rastiyê de teslîm bûne.
Pêgeha El Megel a Iraqê di nûçeyekî de îro 23.09.2024ê ragehand, nivîsek ji rêveberiya giştî ya perwerdeya Kerkûkê ve ji hemû dibistanên sînorê parêzgeha Kerkûkê re hatiye şandin û hatiye ragehandin nabe ti alayek derveyî ala Iraqê li ser dibistanên parêzgehê bê bilind kirin.
Ew nivîs ji roja 04.01.2024ê ji aliyê rêveberê giştî yê perwerdeya Kerkûkê Mensûr Selûm re hatiye derxistin û amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li gor yasayê ala Iraqê diveê tenê li ser dibistanên erebî, kurdî, tirkmenî û suryarî yên li Kerkûkê hebe. Herwaha amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku nabe ti alayekî din li dibistanên wî bajarî bên bilindkirin û ev yek wek parastina rûmeta dewletê û bihêzkirina pêgeha saziya perwerdeyê hatiye pênase kirin û gef jî hatiye xwarin ku yê vê yekê binpêbike dê rastî tevdîrên yasayî û ewlehiyê bibe.
Li gor dûvçûnên BasNewsê ew nivîs di demekî de hatiye derxistin ku erebên şoven parêzgerê Kerkûkê bûn, lê ji nû ve zindî kirina wê nivîsê ji bo dibistanên Kerkûkê rastî demekî tê ku parêzgarê Kerkûkê qaşo Kurde û ser bi YNKê ye.
Li gor çavdêran jî eger YNK û parêzgarê wê bi fermî helwêst li hember vê nivîsê nîşan nedane û ev yek jî gotinên rêveberên ereb ên Kerkûkê îspat dike ku gotibûn li gel YNKê li ser wê yekê rêkeftine ku Kerkûkê ne bajarekî Kurdistanî ye û ala Kurdistanê jî dê li Kerkûkê qedexe be.
Basnews
