• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzgarê Kurd li Almanya hat xelatkirin

Gulan Media December 5, 2019 Nûçe
Parêzgarê Kurd li Almanya hat xelatkirin
Parêzgarê Duhokê ji ber alîkariya koçberan, ji aliyê dezgeha xêrxwazî ya Karîtas (Caritas) ve hate xelatkirin.

Ferhad Etrûşî di dema serdaneke fermî de ji bo Almanya, ew ji aliyê projeyên Karîtas, yên ji bo kampên koçberan li sînorê parêzgeha Duhokê, ji aliyê saziya xêrxwaziya Karî-tas ve xelat kirin, û mêdaliya zêr û bawernameya rêzgirtinê ji wî re hate pêşkêş kirin.

Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di daxuyaniyekê de ji Rûdaw re ragihad, ku armanca seredana wan ji bo Almanya, beşdarîkirina di panêleke taybet de li gel wezîrê alîkariya aboriyê yê Almanyayê Gêrd Muler e, ji bo gotûbêjkirina rewşa koçberan li sînorê parêzgeha Duhokê.

Ferhad Etrûşî herwiha bal kişande ser wê yekê, ku di mijara alîkariya koçberan de, piştî Amerîkayê, Almanya di rêza duyem de ye.

Berpirsê projeyan li Wezareta Derve ya Almanya ji Rêkxistina Karî-tas, Rode Luevilzend ji Rûdaw got, ku ev zêdetirî 40 salan e, ku ew di warê alîkariya koçberan de kar dike, lê wî ti cihek nedîtiye ku weke Kurdistanê alîkariya koçberan bike.

Luevilzend got: “Nêzîkî 40 salan e ez di nava wî karî de me. Niha bi fermî xanenişînim lê 40 sal in di alîkariyên derve de kar dikim. Bêguman min serdana gelek welatan kiriye û projeyên me hebûne, lê li ti cihekê alîkariyên ji aliyê hikûmetê ve ewqas zêde nebûn ku ji aliyê Kurdistanê vet ê kirin. Divê rêz li wê yekê bê girtin. Bêguman ya ku parêzgar kir, zêdetir e ji ya ku tê çaverêkirin. Em li gel dezgehên dewletê kar dikin. Ew kamp ên dewletê ne û rê didin me ku em ku wê derê kar bikin. Gelek kes li wê derê pêkve kar dikim û me got pêwîst e rêz li wê yekê bê girtin.”

Rode Luevilzend amaje bi serdana grûpên bijîşkî yên Almanya û Kurdistanê kir û ragihand: “Mezintirîn proje, çîroka pevguhertina zanyariyên bijîşkî ye. Meha 10 parêzgar li gel Serokê Şaredariya Essen girêbestek îmze kir, li gel du nexweşxaneyên mezin ku 6 hezar textên wan hene. Li Duhokê jî beşeke nû li nexweşxaneyê hatiye vekirin û pevguhertina zanyarî û şarezayên bijîşkî tê kirin. Yekem grûp ji Duhokê ve bo dema heftiyekê hatibûne vir, ji bo dîtin û fêrbûnê. Pêngava duyem serdana bijîşkên Essen bo Duhokê ye.”

Rudaw
Top