• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi nirxê zêdetirî 3 milyar dînaran ve xîmê 8 projeyên xizmetê li Quştepe hatin danîn

Gulan Media September 23, 2024 Nûçe
Bi nirxê zêdetirî 3 milyar dînaran ve xîmê 8 projeyên xizmetê li Quştepe hatin danîn

Îro 23.09.2024ê li ser peywirdarkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêşxistina projeyên xizmetguzariyê yên li qeza Quştepe bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî û parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û qaymeqamê Quştepe û rêveberên giştî yên şaredariya Hewlêr û hejmareke din ji berpirsên fermangehê şaredarî û û xizmetgizariyên deverê, bi bahayê 3 milyar û 113 milyon û 623 hezaran ve xîmê 8 projeyên xizmetguzariyê li qeza Quştepeyê hatin danîn.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî ji bo saziyên ragehandinê derbarê projeyan de ragehand: ‘’Di berdewamiya projeyên xizmetguzariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû bajar û bajarokan û bi taybet jî qeza Quştepe, li ser rênîşandan û spardeyên cenabê serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Kak Mesrûr Barzanî, ji bo pêşxistina zêdetir a Quştepe, ku piştî serdana qeza Quştepe kir  biryar wê derbarê de da û îro jî em wek Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê, li gel parêzgarê Hewlêr û aliyên pêwendîdar keyfxwaşin ku li Quştepe ne, bo danîna kevirê bingehîn û xîmên projeyan û destpêkirina 8 projeyên xizmetguzariyê bi nirxê zêdetir ji 3 milyar dînar pare ve.’’

Herwaha got: ‘’Proje hemû projeyên xizmetguzariyê ne û di xizmeta hemwelatiyên zehmetî dîtî yên Quştepe de dibin û bandora wan a baş dê hebe ji bo avadaniyê û pêşkeşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji hemwealtiyên vî sînorî re.’’

Derbarê projeyan de jî Sasan Ewnî got: ‘’8 proje hene ku pêktên ji çêkirina rêyan û qîrkirina rêyan û şînkayî kirina naverastên rê û çêkirina kanalîzasyonan in.’’

Sasan Ewnî got: ‘’Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê me ye ku xizmeta hemwelatiyan bikin û kar û destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li her cîhekî ku pêwîstî bi xizmetguzariyê hebe emê berdewam bin.’’

 

Basnews

Top