Li Fransa greva giştî ya herî mezin di dîroka wî welatî de destpê kir
Îro 05.12.2019ê şeqamên Fransayê hatine vala kirin û hemû amûr û wesayîtên veguhestina giştî yên wek Metro, Tramvay, trenên lez, veguhestina esmanî û deryayî li Fransayê hatin ragirtin.
Herwaha grev, li fermangehên polîs û ofîsa serekî ya polîs, karmendên tenduristiyê, cotyar û karkerên welat jî li xwe girt û ev wek greva herî mezin di dîroka Fransa de tê penase kirin.
Ev greva giştî li hember siyaseta darayî ya hikûmetê, bi taybet a derbarê mûçeyên fermanberan û malnişan e û awayê nerazîbûna hemwelatiyên Fransayê ye.
Basnews
