• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeyvîna Mesrûr Barzanî bi El Erebiye re: Doza Kurd li Rojhilata Navîn û Iraqê xwedî rehên dîrokî ye

Gulan Media September 22, 2024 Nûçe
Hevpeyvîna Mesrûr Barzanî bi El Erebiye re: Doza Kurd li Rojhilata Navîn û Iraqê xwedî rehên dîrokî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke giring û taybet bi kenala “El-Erebiye” re behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û guftûgoyên her du aliyan ji bo çareserkirin pirsgirêkên helawestî û komek babetên din kir.

El-Erebiye: Du sal di ser damezrandina hikûmeta birêz Mihemed Şiya Sûdanî re derbas dibin, hûn hevbeş in yan tenê di hikûmetê de beşdar in? Pêwendiya xwe bi Bexdayê re çawa dibînin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hûn bi xêr hatin, ez kêfxweş im ku careke din hevpeyvînê bi we re dikim. Helbet em dixwazin bibin hevbeşê hikûmetê, hemî rêzdariya me ji birêz Sûdanî re heye. Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî ku birêz Sûdanî dest bi kar kiriye, hîn baştir bûne, lê her du alî kar ji bo bidawîkirina wan pirsgirêkan dikin. Ya giring ji bo me, pabendbûna bi destûrê û cîbicîkirina hemû madeyên wê ye, da ku Herêma Kurdistanê hest bi wê yekê bike ku hevbeşê rasteqîne ye di sîstema desthilatdariya Iraqê de.”

El-Erebiye: Gelek siyasetmedar behsa destûrê dikin, lê hinek jî di wê baweriyê de ne ku cîbicîkirina destûrê li gorî sûdeya aliyek ji aliyekî din bêhtir dibîne ve girêdayî ye. Çi xalên nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane, mûçe yan petrol û gaz?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me ji pirsa mûçe û neft û gazê mezintir e. Wek hûn jî dizanin, doza kurdî li Rojhilata Navîn û Iraqê rîşeyên wê yên dîrokî hene û vedigere avakirina dewleta Iraqê.

Pêwîst bû dewletek li ser bingehê her du pêkhateyên sereke yên Iraqê, kurd û ereb, li gel pêkhateyên din ên Iraqê ava bibûya û Iraq bi heman awayî biba welatê me hemûyan. Pirsgirêkên me li ser nasnameya netewî, xak û navçeyên nakok in. Pirsgirêkên petrol û gazê, bûdce û mûçe piştî ku pirsgirêk kom bûn û nehatin çareserkirin derketin holê. Ji ber vê yekê, eger hûn rastiyê dixwazin, di destûrê de çareseriya pirsgirêka me heye. Destûr nabe ji bo berjewendiyên aliyekî li dijî aliyekî din bê bikaranîn. Destûr ji komeke xalan pêk tê, ku hemû alî li ser hatine gotûbêjkirin û li ser lihevkirine û mafên piraniya xelkê Iraqê garantî dike. Rast e Kurd û pêkhateyên din di wê baweriyê de ne ku destûr hemû mafên wan misoger nake. Lê em di wê baweriyê de ne ku destûreke me heye ku piraniya xelkên Iraqê dengên xwe dane wê û divê her kes rêz lê bigire û nabe weke lîsteyekê were dîtin ku her kes bikare xalên ku dixwaze cîbicî bike hilbijêre û guh nede madeyên din. Kurd di danûstandinên destûrê de baldar bûne û em bi wê yekê pabend in ku destûr wek xwe bê cibicîkirin.

El-Erebiye: Serokwezîrê Iraqê herî dawî got ku divê yasaya bûdceyê were sererastkirin an jî li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser bê kirin. Ma hûn dibînin ku hûn ê di demek nêzîk de bigihin çareseriyek razîker?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bawer bikin eger niyeta baş hebe, çareserî hêsan e. Helbet me ew niyet heye û me çendîn car tekez kiriye ku gavên erênî hene ku me avêtine ji bo gihiştina rêkeftina dawîn ji bo parastina berjewendiyên giştî yên Iraqê.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên Iraqê sûdmend bû, rawestandina wê jî zirarê dide aboriya Iraqê. Ji bo agahiya we, rawestandina hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 19 milyar dolar ziyan çêbûye ku piraniya wê ketiye ser Herêma Kurdistanê. Hikûmeta federal ti îradeyek ji bo qerebûkirina ziyanên Herêma Kurdistanê nîşan nedaye. Heta ku biryar bidome, dê xisar jî bidome. Lewma em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina vê pirsê, tevahiya Iraqê jê sûdmend dibe.

Niha du xalên sereke hene ku di baweriya min de çareserkirina wan pir hêsan e. Ya yekem lêçûna rastîn a derxistina neftê ye. Zeviyên Kurdistanê cuda ne û cureya petrola van kêlgehan jî cuda ye. Niha danûstandin ji bo diyarkirina nirxê bîrên petrolê li seranserê Iraqê tên kirin. Li herêmên ku nefta giran lê heye, derxistina wê zehmet dibe û bihayê wê bi qasî 30 dolaran e, ji ber wê jî nabe bihayekî yekgirtî ya 6 û 8 dolarî di bûdceyê de were danîn û ji bo tevahiya Iraqê were giştîkirin. Ev yek ne pêkan e, ji ber ku kompanyayên sermayedar hemû biyanî ne û beşek ji sermayeya xwe ji bo derxistina nefta Herêma Kurdistanê razandine, beşek ji wê jî wek xerciya vegerandina tiştên ku ji petrolê tên derxistin, beşeke din a veberhênana wan jî li gorî peymanan e, yên mayî jî ji deynên berhevkirî têne girtin, van lêçûn tev lê zêde dikin, lêçûna rastîn a derxistina petrolê, diyar dibe.

Ev lêçûn ne me diyar kiriye, ev rastiyek e ku ji aliyê komîteyeke taybet ve hatiye lêkolînkirin. Ger em li ser vê mijarê bigihin rêkeftinekê, pirsgirêk pir û pir hêsan e ku ji nû ve hinardekirina petrolê dest pê bike.

El-Erebiye: Hin li Bexdayê dibêjin Herêma Kurdistanê bi qaçaxî petrolê difiroşe. Hinek dibêjin, Herêm du qatan mûçeyan werdigire û navên sexte ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo wergirtina pereyan hatine danîn. Hin jî dibêjin, Hikûmeta Kurdistanê dahata deriyên sînor nade Hikûmeta Federal?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Her kes azad e çi dixwaze bibêje, lê kesê ku me sûcdar dike divê bi delîlên rast û xurt pêşkêş bike. Em wan îdiayan red dikin ku ti bingeheke wê tune ye. Herêma Kurdistanê ji hemû deverên din ên Iraqê zêdetir, erkên xwe yên darayî li hember hikûmeta federal cîbicî kiriye. Herêma Kurdistanê hemû mafên ku di destûrê de hatine nivîsandin daye xezîneya giştî, lê ji mafên darayî û pişka xwe ya bûdceya giştî sûd wernegirtiye. Beşek mezin ji bûdceya Iraqê wek xerciyên siyadî hatiye terxankirin û pişka Herêma Kurdistanê jî tê de ye, lê heta niha Herêma Kurdistanê sûd ji xerciyên siyadî wernegirtiye.

Ev yek ji bilî qerebûkirina tawanên ku li ser destên rejîma hilweşiyayî li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Di Enfalê de, zêdetirî 182 hezar kes şehîd bûn. Kanî qerebûkirina kesûkarên zêdetir ji 5 hezar şehîdên kîmyabarana Helebceyê?? Ka qerebûkirina wêrankirina zêdeyî 4500 gundan? Ji van qerebûkirinan, qurişek jî me wernegirtiye.

Herêma Kurdistanê erkên xwe yên darayî li hember hikûmeta federal bicih aniye. Bersiva min ji bo wan kesên ku Herêma Kurdistanê tometbar dikin ew e, ku destpêşxeriyê bikin ji lêgerîneke berfireh li ser mal û milkên Iraqê, ji bo ku em bizanin ew li kû ye û çarenûsa wî çi ye? Gelo ew hemû vedigere xezîneya Iraqê û di berjewendiya giştî ya Iraqê de tê xerckirin? Yan balkişandina ser Herêma Kurdistanê û bikaranîna wê weke pirseke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê ye?, lewma em hemû van tohmetan red dikin.

El-Erebiye: Hûn piştrast in ku hinek alî hene kar ji bo kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê dikin? Hûn çawa li biryarên vê dawî yên dadgehê yên derbarê kotaya pêkhateyan dinêrin ku pêşî hatin dayîn û piştre hatin sererastkitin. Gelo ev yek dê bandorê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinan de, bike?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Helbet hin kes hene ku hîn jî di wê baweriyê de ne ku divê li Iraqê navendî be û baweriya wan bi ferderaliyet, destûr û Iraqê nû nîne. Divê em hemû li hemberî vê ramanê bisekinin. Piştî qebûlkirina destûrê, Iraqeke nû ava bikin, Iraqek ji bo me hemûyan û mafên me tê de parastî bin. Erê erkên me hene, lê mafên me jî hene û em nikarin tenê behsa erkan bikin û ji mafên xwe bêpar bimînin. Yên bi vî rengî difikirin, beriya ku zirarê bidin Herêma Kurdistanê, zirarê didin xwe. Serkeftina Iraqê girêdayî rêzgirtina me ya li hember hev e. Eger Iraq pêşketinên Herêma Kurdistanê weke hêz û serkeftina Iraqê bizanibe, dê biser bikeve.

Derbarê helwestên siyasî de, bi taybetî ya li ser koteyê, bi baweriya min ev biryarek ne dadmend bû, biryarek ku ti pêwendiya wê bi destûr û yasayê re tune bû, ji ber ku dadwerî biryarê dide pirsên dadwerî, ne yên yasayî. Kursiyên kotayê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatine diyarkirin ku tenê ji aliyê parlamentoyê ve dikare were guhertin, lê ev biryara siyasî bi rêya saziyeke dadwerî hat dayîn û kursiyên kotayê yên pêkhateyan hilweşandin.

Li Herêma Kurdistanê pêkhateyên weke Xiristiyan û Tirkmen hene. Kursiyên kotayê ji bo garantîkirina beşdariya nûnerên wan di parlamentoyê de hatiye danîn, ji ber ku nifûsa wan ne zêde ye, lewma bi rêya kotayê hatiye çareserkirin û beşdariya wan hatiye misogerkirin. Lê ev pirs bi biryara dadwerî hat betalkirin, lê me îsrar li ser vegerandina hinek kursiyên betalkirî kir û me karî 5 kursiyan di çarçoveya 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê vegerînin. Her çend ev çareserî ne pir dadperwerane be jî, ji tunebûnê çêtir e.

El-Erebiye: Herêma Kurdistanê vê dawiyê bi hinceta hebûna baregeha Mossad a Îsraîlê hat bombebarankirin. Çend roj berê jî Serokkomarê Îranê serdana Herêmê kiribû, ma gelo ev xalên nakok û metirsiyên Îranê bidawî bûn? ku Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew rê nadin ku xaka wê weke xala êrişê li dijî Îranê were bikaranîn. We ji aliyê Îranê re rave kir ku ew gotinên wan ne rast in?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Helwesta me gelek zelal bû, ji roja yekem ve me got ku ti baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nînin. Gelek lêkolîn ji aliyê hikûmeta federalî ve hatin kirin, wan serdana deverên ku bi mûşkan hatibûn bombebarankirin kiribû, şanda Herêma Kurdistanê jî ligel wan bû. Di encamê de, wan ti delîl nedîtin û encamên lêkolînê ragihandin ku rastiya vê babetê tune ye.

Behane çi be û sedem çi dibe bila bibe, eger behane ji ber zanyariyên şaş be, yan jî ji bo armanceke din be, êrîşeke hovane û tund li ser Herêma Kurdistanê hate kirin. Tohmetbarkirina Herêma Kurdistanê ne rast bû. Me daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kiriye ku îdiayên xwe bi belgeyan îspat bike. Wan ti belgeyek li ser tiştên ku li ser Herêma Kurdistanê dibêjin, pêşkêş nekirine. Hikûmeta federal li ser vê mijarê şahidî kir û komîteyên wê yên lêkolînê jî îspat kirin ku ev îdîa ne rast in. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku ew ji vê yekê bawer bikin.

Derbarê serdana Serokkomarê Îranê de jî, bi dîtina min ev serdaneke nû, girîng û baş e. Hêvîdar im ev serdan bibe destpêkek baş ji bo baştirkirina peywendiyan û ji nû ve avakirina peywendiyên cîrantiya baş li ser bingeha hevkarî û rêzgirtina ji hev re.

El-Erebiye: Xaleke din a ewlehiyê heye ku ji Herêma Kurdistanê re girtî maye, ew jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) e. Iraqê çend roj berê şandeke ewlekarî, dîplomasî û siyasî şandibû Tirkiyeyê û dixwaze bi Tirkiyeyê re rêkeftinekê îmze bike. Heta çendî rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin? PKK heta çi radeyê astengên ewlekarî ji bo Herêma Kurdistanê çêdike? Di heman demê de, aliyên Kurdî jî hene ku sûdê ji hebûna hêzên PKKê dibînin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Mixabin hebûna PKKê, ne di berjewendiya wan û ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê û asayişa navçeyê de ye. Bi taybetî ku ew niha li hin deveran in ku ti pêwendiya wan, bi ecendiya wan siyasî ya ku ew bangeşeya wan dike re nîn e. Wek mînak, ew li Şingalê ne, ew li wir çi dikin? Li Xaneqîn û deverên dûrî sînorê Tirkiyeyê çi dikin?

Bi aşkereyî, hebûna wan hesasiyeteke mezin ji bo cîrana me Tirkiyeye çêkiriye û gelek operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li navçeyên sînorî û hin caran jî li kûrahiya Herêma Kurdistanê tên kirin, sedema wê jî hebûna hêzên PKKê ye. Me bi hikûmeta federal re rêkeftinek îmze kir, rêkeftina Şingalê, lê mixabin nehat cîbicîkirin. Xalek di rêkeftinê de heye dibêje (divê hemû grûpên çekdar ên neyasayî ji wê deverê derkevin, tenê hêzên fermî yên hikûmeta federal û Pêşmerge bimînin). Lê em dibînin ku mayîna van koman berdewam dike, ev jî astengiyan li pêşiya vegera xelkê Şingalê û avakirina wê derdixe.

Pirsgirêk ne tenê ewlekarî ye, mijar hatiye siyasîkirin, lewma em tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin, ku dê bibe destpêkek rasteqîne ji bo çareserkirina kêşeyên li wan navçeyên ku jê re tê gotin, navçeyên cihê nakokiyê.

El-Erebiye: Hûn li ser pêwendiya hinek partiyên kurdî û PKKê û piştgiriya wan ji PKKê re û gotegotên ku navenda wan li Silêmaniyê heye, çi dibêjin?

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im hûn ji wan bipirsin ka çima ev helwest heye û çima ev têkilî danîne? Bi baweriya min ev têkilî ne di berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî di berjewendiya Iraqê de ye. Ez hêvî dikim ku ew vê siyasetê ji nû ve binirxînin. Me her tim gotiye ku mafên gelê Kurdistanê rewa ye, lê ne li vir û ne jî li ti deverek din, em ne ligel ti gavên têkderane ne.

 

 

 

K24

Top