• Thursday, 12 February 2026
logo

Kargeha herî mezin a çêkirina telefonên destan li Rojhilata Navîn, li Hewlêrê dest bi hilberînê kir

Gulan Media September 22, 2024 Nûçe
Kargeha herî mezin a çêkirina telefonên destan li Rojhilata Navîn, li Hewlêrê dest bi hilberînê kir

Mezintirîn kargeha berhemanîna telefonên destan li Rojhilata Navîn li Hewlêrê dest bi hilberînê kir û bi dehan derfetên kar ji bo ciwanên Herêma Kurdistanê peyda kir.

Desteya Hilbirîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûpela xwe ya tora civakî Facebookê de belav kiriye ku, “Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Hilbirînê serdana kargeha Infinix a taybet bi çêkirina telefonan kiriye.”

Herwaha amaje bi wê jî kiriye, “Karxane wekî yekem kargeha çêkirina telefonên hişmend  li Rojhilata Navîn tê danîn, bi alîkariya pisporên Çînî yên di ware teknolojiyê de, mehane 30,000 têlefonên desta tê hilberînin.”

Herwaha aşkera dike, “Di vê kargehê de bi dehan derfetên kar hatine dabînkirin, ku %97 ji wan karkerên xwecihî ne, ku beşek ji wan kurdên Êzidîne ku rizgarbûyên ji destê DAIŞê ne.”

 

Basnews

Top