• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Îranê teqîn: Bi dehan mirî hene

Gulan Media September 22, 2024 Nûçe
Li Îranê teqîn: Bi dehan mirî hene

Li eyaleta Xorasana Başûr a li rojhilatê Îranê li madena komirê teqînek çêbû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mehrê, di vê teqînê 30 karker mirine.

Piştî teqînê gelek tîmên rizgarkirinê çûne madenê û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li hêla din, hat zanîn ku li madenê bi tevahî 69 karker dixebitin û teqîn ji ber gazê çêbûye.

Tê gotin ku 17 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî teqînê got, “Em ji bo alîkariya malbatên wan texsîr nakin.”

 

Rudaw

Top