Li Kerkûkê 100 hezar Xwendekarên Kurdî hene
Îro sala nû ya perwerdehiyê li Îraqê destpê kir.
Îro 22ê Îlonê li Îraq û parêzgeha Kerkûkê jî sala nû ya xwendinê destpê kir û xwendekar çûne debistanan.
Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku, îsal li Kerkûkê 10 hezar Xwendekarên nû navên xwe bo xwendina Kurdî tomar kirine û bi vê rengî hijmara xwendekarên Kurdî yên li Kerkûkê bûye 100 hezar Xwendekar.
Li Kerkûkê derdorê 550 debistanên Kurdî hene ku, ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê ne.
