• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump: Bi Erdogan re pirsa Kurd û Sûriyê me guftûgo kirin

Gulan Media December 4, 2019 Nûçe
Trump: Bi Erdogan re pirsa Kurd û Sûriyê me guftûgo kirin
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, di civîna wî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re, pirsa Kurd û Sûriyê guftûgo kirine.

Îro li perawîza civîna Lûtkeya NATOyê li Londonê, Serokê Amerîka Donald Trump bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re civiya.

Trump di daxuyaniyekê de ragihand, agirbest bi awayekî baş li Sûriyê berdewam e û dema wê yekê hatiye.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Koşka Sipî ragihand, her du serokan pabendbûna Tirkiyê û bi erkên xwe li hemberî NATOyê, zêdekirina qebareya bazirganiyê di navbera her du welatan de ewlehiya herêmî û ewlehiya wizeyê guftûgo kirin.

Top